Rojnamevan li Restauranta Cezayirê hatin cem hev civîna taştê li dar xistin û parêzerên rojnamevanên girtî jî tevlî civînê bûn. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Oguz Ender Bîrîncî, Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat yê berê yê ku 166 sal cezayê girtîgehê girt û pişt re jî serbest hate berdan Vedat Kurşun, Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Fîlîz Kocalî, Ragîp Zarakolu, Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Sonmez, Nuray Mert, Sedat Ergîn, Pinar Ogunç, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Mehveş Evîn, Gerînendeya weşanê ya ÎMC'ê Defne Asal, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Aydin, Gerînendena Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn, parêzer Sînan Zîncîr, Davut Erkan û Emîne Şeker û gelek rojnamevan tevlî civînê bûn.
Di civîna ji çapemeniyê re girtî berdewam kir de mijarên, rewşa rojnamegerên girtî, azadiya çapemeniya ya li Tirkiyeyê, sûcdariyê di îdîanameyê de, nûçeyên hatin sûcdarkirin û berî dozê dikarin çibikin hatin nîqaşkirin. Di civînê de nameya rojnamegerên girtî şandî hate belavkirin û metna hate amadekirin hate xwendin. Di metnê de navên rojnamegerên girtî û têkildarî saziya lê dixebitîn agahiyan cih girt.
'Em îxanetê li Ape Musa nakin'
Rojnamegerên girtî jî di nameya şandin de ji hempişeyên xwe re spasî kirin û wiha gotin: "Em hemû baldariyên ji me re tên nîşandan bi qîmet dibînin. Me, hempişeyên li dora me dîwar bilind kirin, tevkarî dan betona bi ser me de bê, zextên li ser çapemeniyê weke 'teror press' manşet avêtin û ji vê yekê keyfxweşî girtin ji bîrnakin. Ligel vê yekê hempişeyên ji bo me bihestiyariyê nîşan didin û xwedî li azadî û rûmeta pîşeyê derdikevin ji bîrnakin." Di nameyê de wiha hate gotin: "Cihê xebatên me yên rojnamegeriyê lê bên darizandin amûrê endezyariya desthilatdariyê dadgeh nîn in. Di vê mijarê de dadga sereke gel û wijdana hempişeyên me ya bi nirxên gerdûnî ye. Ji ber vê yekê kesên bi ramanên me re têkoşîn nekarîn bikin bi zora dewletê zincîr kirin pê keyfxweş bin tê fêmkirin. Hemû kesên berê xwe didin îdîanameyê dê fêmbikin ku îdîname li gorî armancên hikûmeta AKP'ê hate amedkirin. Me jî we jî dît ku li Tirkiyeyê çawa hiqûq tê qetilkirin dît. Lê yekemîn car e wisa elenî hiqûq bi destê mirovan hate têkbirin. Em ji pişeya xwe û mîrateyê Apê Musa û hevalên wî ji me re hiştî teqez îxanetê nakin. Bedelê vê yekê çi bibe bila bibe."
Rojnamegerên girtî banga bi hestiyariyê li saziyên çapemeniyê yên navneteweyî û welat kir û xwestin tevlî rûniştina dê 10-14'ê îlonê de pêk bê kirin.
DÎHA/STENBOL