Di mijara êrişkariya dewleta Tirk a xasma li dijî Rojava û deverên mayî yên Kurdistanê de êdî fikr û hizrên hêzên global jî her xwe didin der. Hêzên herêmî jî xwe ji îfadekirina van fikr û hizran nadin alî. Nexasim ji ber tesîra Îranê li Iraq û Sûriyê wiha xuya dike ku ev rewş wê demeke dirêj dewam jî bike. Doh Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna xwe ya bi hevpîşeyê xwe yê Îranî Cevad Zarîf re  gotibû, “Em biryareke wiha lazim dibînin, bi şertê ku ew tesîreke nerênî li pirsgirêka Kurd neke”.

Li gorî nivîsa ser edîtorê rojnameya Erebî ya bi xeta xwe ya weşanê nêzî Erebistana Siûdî ya li Londonê weşanê dike, Xesen Çarbel (Ghassan Charbel) ya pêr, “Rûsyayê bi destwerdana eskerî berê şerî guhert; fikra guhertina rejîmê êdî ne yeke bi kêr e, lê belê destwerdana Rûsyayê di warê destpêkirina pêvajoya bidawîkirina şerî nehat.”

Ji bo Kurdan jî ew pêşî îşaret bi mekanîzmaya ewlekariyê, ya rastî hizra Tirkiyeyê ya “Herêma Ewle” dike: “Ew ê ne hêsan be ku em bibînin Tirkiye û Emerîka di nava sînorên Sûriyê de ´herêmeke ewle´ çêkin da ku Kurdan dûrî sînor bikin. … Hesta Kurdan a dibêje, fedakariyên wan ên di şerê li dijî DAIŞ´ê de hîç nehatine dîtin, rê li ber wan reaksiyonan vedike ku di demeke ne dûr lê nêzîk de wê bidin der.”

Çarbel çiqasî baş dibîne, nabîne li aliyekî, lê tesbîta ku dibêje Rûsya nekarî pêvajoyeke dawî li şer bîne bide destpêkirin, rast e. Ka Lavrov bi gotinên xwe xwest çi bibêje jî, dimîne meseleyeke din ku aliyên siyasî yên Kurd divê bala xwe bidinê. 

 

LONDON