Di Akademiya Viyan Amara de kursên zimanê Kurdî bi elaqeyeke mezin perwerda ziman dewam dikin. Di perwerdeyên ziman de herî zêde jin û ciwan tên dîtin. Di nava xwendekarên zimanê Kurdî de jina bi navê Zergê Mîlêk ya 40 salî bi xwestek û hezkirinek mezin tevlî waneyên zimên dibe. Zergê Mîlêk dayîka 5 zarokan e, li gel xwedîkirina zarokan dem ji bo fêrbûna ziman vediqetîne. Zergê ya ji gundê Til Xezalê ya Kantona Kobanê, di Peymangeha Viyan Amara de tevlî waneyên zimanê Kurdî dibe. 

‘Zimanê min hebûn û nasnameya min e’
Zergê her roj piştî bidawîbûna kursê, berê xwe dide karekî din, ji ber rewşa aborî ya herêmê, ew jî cotkariyê dike. Lewma her ku ji kursê derdikeve diçe nav baxçe û bi hevserê xwe re kar dike. Êvarê jî dema diçe malê, spartekê xwe çêdike û tiştên fêr bûye jî ji zarokên xwe re dibêje. Zergê bang li hemû jinan kir ku rexmî hemû karên giran ên malê jî, xwe fêrî zimanê zikmakî bikin û got, “Ji ber ku zimanê mirov hebûn û nasnemeya mirov e, fêrbûna ziman jî erkek e.“
Zergê ji bo derfetên fêrbûnê yên ji wan re hatî dayîn, weha axivî: “Armanca min ji xwendinê ew e ku ez bikarim xwe bi pêş bixim. Ji civakê re hînê karibim xizmeteke baş bikim. Ez ê pêşketina xwe bidim zarokên xwe jî û hîn baştir bizanim wan xwedî bikim.”



ZAHÎDE EHMED/JINHA/KOBANÊ