Piştî pêşniyaza wezîra bergiriyê ya a Annegret Kramp-Karenbauer (AKK) ya herêmeke parastinê ya navnetweyî, kovara Der Spiegel a Elman behsa plana muhtemel a Artêşa Elman kir. Li gorî wê, pêş tê dîtin ku 2 hezar û 500 esker li vê herêmê bên bicihkirin.

Li gorî vê, artêşa federal a Elman difikire ku herêm li beşên 40 kîlometre fireh û 30 kîlometre jî kûr bê dabeşkirin. Di yekê li van sektoran de Elmanya li gorî nûçeyê wê karibe bibe neteweya çarçoveyê û bi temamî 3 tabûran wezîfedar bike.

Li gorî plansazên eskerî, ew dixwazin plan bi 2 salan bê sînordarkirin. Piştre divê neteweyên din dora xwe bikin.

 

 BERLÎN