Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê “Hînker”eke din derket û ev hînker ji bo hînkirina Soranî ye. Ji bo kesên bixwazin hînî Soranî bibin, ev Hînker wê bibe çavkaniya sereke.

Ev Hînkera bi navê “Hînker, Kurdiya Navendî (Soranî)” ji aliyê Dr. Hewa S. Khalid ve hatiye amadekirin. Pirtûk bi zaravayê Soranî, bi tîpên Erebî hatiye amadekirin û di destpêka pirtûkê de alfabeya Erebî ya ji bo Soraniyê tê fêrkirin.

Hînker beş bi beş e û li bakur wekî yekem pirtûka bi vî rengî ya ji bo Soranî hatî weşandin e.

Ev “Hînker” ji bo asta yekemîn hatiye amadekirin û astên din jî wê bên weşandin. Ligel pirtûkê ji bo hînkirinê xurttir bike, DVD’yek jî hatiye amadekirin û ligel wê tê belavkirin.

Kunyeya wê wisa ye: Hînker / Dr. Hewa S. Khalid / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2020.

 

STENBOL