Şagirtên dibistana Ibn Elrişd, berhemên xwe yên hunerî bi zimanê Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.
Li dibistana Ibn Elrişd a li taxa Mişêrfê a kantona Hesekê, pêşangeheke hunerî ya berhemên keda destê zarokan ên rengo rengo hat nîşandan. Di wê pêşangehê de hemû kevneşopiyên Kurdî û Erebî hatin pêşkeşkirin. Şagirtan hemû cilên gelêrî li xwe kirin.
Hinek şagirtan nan lêxist û berhemên destan çêkirin. Mamosteya dibistanê, Cîhan Hesen anî ziman ku armanca çêkirina pêşangehê ji bo baweriya zarokan zêde bibe û bi pêş bikevin e: “Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku şagirt bi pêş bikevin, em jî wekî mamoste me alîkarî da wan ji bo hunerên xwe derxin pêş, ji ber ku gelek şagirt dizanin stran, şano, dîlan, berhemên desta û hwd.”
Li dawiya pêşangehê, şagirtên dibistanê şano ya Zembîlfiroş pêşkêş kir. Her wiha koma muzîkê strana welato got û bi gerandina govendê dawî li pêşangehê hat.
ANHA / HESEKÊ