Di saetên serê sibê de piştî meş û bezê bi alîkariya hîndekarên pispor yên girêdayê Diyarbakir Buyukşehir Belediyesporê egzersiz tên kirin. hefteyê de 6 rojan ders tê dayîn. Spora kul i parqê tê dayîn hemû jin bê pere tevli dibe. Mamosteya sporê Zozan Erek got spora serê sibê gelek bi fêdeye û bi sporê bedena mirovan dikeve formê û beden bi hêz dibe. Erek diyar kir ku: “Spora serê sibê di warê fîzyolojîk de pergala bedenbi rêk û pêk dike. Rîtma dil rast dike. Her wiha bo xwarineke bi hevseng jî dibe alîkar û beden rehet dibe. Mamoste Hasret Sari jî wiha got: “Ev spor ji bo jinê qadê jî çêdike. Bixwebawerbûnê çêdike. Jin bi saya sporê derdikevin derve û hevû din nas dikin. Pirsgirêka herî girîng biyanîbûne. Bi vê yekê jî ev ji holê radibe. Ji ber ku jin eleqeyê dibîne gelek ji vê sporê hezdikin û naxwazin dest jê berdin. Samiyet û germahî zêde dibe. Ev jî hêza veşartî ya sporê ye.”
AMED