Proje ji bo jinên ji ber sedemên aborî, civakî, newekheviya cinsî ya civakî û hin sedemên din nikarin xwe bigihînin perwerdehiya sinemayê tê lidarxistin. Jinên temenê wan di navbera 18-30 de wê bikaribin tevlî vê projeyê bibin. Proje bi hevkrariya Weqfa Annna Lîndh ya ji Swêdê ji aliyê Şaredariya Rêzan ve tê lidarxistin. Proje dê 5 meh bidome û di 24 mijdarê de jî perwerdehiyên teorîk dê dest pê bike.
Koordînatora Projeyê Esra Ozban der barê projeyê de agahiyên xwe bi ANF’ê re parve kir. Ozban, da zanîn ku wekî ji navê wê jî tê hînbûn ew dixwazin bi vê projeyê çîrokên jinên Amedî yên veşarî ku nehatine gotin bi rêya sinemayê bidin gotin. Ozban anî ziman ku di çarçoveya projeyê de wê perwerdehiyên teorîk û pratîk bidin jinan. Ozban ev agahî dan: “Piştî perwerdehiya 3 mehan ya teorîk û pratîk jinên tevlî xebatê bûnê wê bibin 5 kom û her kom dê ji xwe re li gorî daxwaza xwe kurtefîlm an jî belgefîlmekî çêke. Piştî ku di nava mehekî de kişandina van fîlman qediya vêca em dê dest bi çêkirin û montaja fîlman bikin.
Ozban destnîşan kir ku tenê ji bo perwerdehiya akademîk ew vê projeyê birêve nabin û wiha axivî: “Em dixwazin bi vê projeyê jinan bînin ba hev û ceribandinên wan parve bikin. Lewra em di wê baweriyê de ne projeya me ku li Tirkiyeyê di vî warî de yekemîn e, ji bo sînemaya Kurd jî wê bibe qonaxek girîn. Di vê projeyê de ku em dê girîngiyê bidin zimanê Kurdî, jinên Kurd wê bikaribin bi zimanê xwe qabîlyeta xwe ya teknîkî û hunerî pêşve bibin.”
Ozban, her wiha bal kişand aliyê projeyê yê navnetewî û da zanîn ku ji Komeleya Coop-Net a Fînlandî jî wê perwerdekarek were û perwerdehiyê bide jinan. Ozban di berdewamê de ev tişt gotin: “Bi vî şiklî hem di warê perwerdehiyê de hem jî ji ber ku dê siuda me çêbe em fîlmen xwe li Helsînkiyê bidin nîşandan, wê projeya me di qada navnetevî de jî rastî eleqeyekî were. Her wiha em dê fîlmên xwe li gel Helsînkî, li Amed û Stenbolê jî bidin nîşandan.” Ozban, diyar kir ku bi vê projeyê armanca wan yek din jî ewe ku cihê jinan di qada sinemayê de jî bînin berbiçav û yekitiya jinan jî bi hilberînin hevpar pêş ve bibin.
'Çîroka jinan, sirtina jinan'
Ozban, herî dawî ji bo jin tevlî projeyê bibin bang li wan kir û ev tişt anîn ziman: “Em bi şîara ‘Çîroka Jinan Ristina Jinan’ dest bi xebata xwe dikin. Hêviya me ew e ku jin ji bo keda xwe bi me re parve bikin tevli vê projeyê bibin.” Jinên ku dixwazin tevli projeyê bibin, dikarin serî li Ofîsa Projeyan ya Şarediraya Rezan (Bağlar) ê bidin. Her wiha bi rêya înternetê jî dikarin li ser emaîla zulahikayeler@gmail.com . xwe bigihînin projeyê.
ADAR SERHAT / ANF/AMED