
Li bajaroka Til Koçer baxçeyê Şehîd Arîn Mîrkan ê taybet ji bo jinan, hat vekirin.
Kongreya Star bi koordîneya bi Buroya Jinê ya Şarederiya Gel a bajaroka Til Koçer, baxçeyekî taybet ji bo jinan bi şahiyekê vekirin û navê Şehîd Arîn Mîrkan lê kirin.
Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajarokê, şervanên YPG/YPJ′ê û nûnerên Saziyên Civaka Civîl, amade bûn. Di şahiya vekirinê de Hevşaredara bajarokê Hiyam El-Mizel axivî, bixêrhatina beşdaran kir û vekirina baxçeyê Şehîd Arîn Mîrkan li jinan pîroz kir. Piştre baxçe ji aliyê dayîka şehîd Heyat Hemo ve hat vekirin.
ANHA / GIRKÊ LEGÊ