Bi dirûşmeya ″Bi ciwanan, bi zanebûnê, bi hevgirtinê, bi hêzê, em ê Sûriyeke Demokratîk û Federal ava bikin″, kongreya Damezrîner a Ciwanên Sûriya Demokratîk bi beşdarbûna 350 delegeyan ji hemû pêkhateyan, nûnerên 23 rêxistinên ciwanan, ciwanên ji 30 partiyan li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê, pêr dest pê kir. Di kongreyê de her wiha, Hevserokên Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediya Yûsif û Mensûr El-Selûm, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed, Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Telal Silo, Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Piştî axaftinan, rapora çalakiyên buroya ciwanan a Meclîsa Sûriya Demokaratîk, rêziknameya hundirîn a ciwanan hatin xwendin.
Her wiha nîqaşên berfireh têkildarî aktîvkirina rola ciwanan û girîngiya xurtkirina wan ji bo avakirina Sûriyeke federal li ser bingeha Netewa Demokratîk hatin kirin û gelek biryar derbarê vê yekê de hatin standin.
Li ser kar û xebatên ciwanan biryarên girîng hatin sitandin.
1-Di riya welatekî hevbeş ne li ser esasê netewî desturek bi qebûlkirina hemû pêkhateyan were amadekirin û avakirina Sûriyeke federal li ser esasê netewa demokratîk.
2-Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzêeke niştimanî ye, di parastina gelê Sûriyê de xwe isbat kir û bingeha avakirinna hêzeke niştimanî Sûrî ye.
3-Xebat ji bi rêxistinkirina ciwanên Sûriyê û ferehkirina çarçoveya rêxistina Meclîsa Ciwanan a Sûriya Demokratîk.
4-Girîngiya beşdarkirina jina ciwan bi awayekî wekhev di hemû çalakiyên rêxistinkirî û xurtkirina têkoşîna li hember tundiya li ser jinan.
5-Çareseriya tekane ya bi dawîkirina kirîza li Rojhilata Navîn, projeya Netewa Demokratîk a ku ji Rêber Ocalan amade kiriye. Girîtna Rêber Ocalan binpêkirina mafê mirovan e, li ser vî esasî em banga serbestberdana wî dikin.
6-Beşdarbûna hemû danûstandin û civînên derbarê dosyaya Sûriyê de.
Di dawiya Kongre de biryara avakirina Meclîsa Giştî ya Ciwanên Sûriya Demokratîk ku ji 33 endaman pêk tê hate standin. Her rêxistineke dê nûnerên xwe û bi wekheviya di navbera keç û xort hilbijêre.
Tê payîn, dê navê endamên meclîsê îro piştî bidawîbûna Kongre de were diyarkirin.
GIRKÊ LEGÊ