Zarokên Meryem Erbeyê got, “Heta daxwaza me neyê qebûlkirin, çalakiya me wê dewam bike. Em ê bi ser kevin. Cihanê jî bidin me, em ê jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nekin.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 3 meh li pey xwe hiştin û ket meha 4’an. Çalakiya nobetê ya li avahiya KCD´ê ya li Amedê jî kete roja xwe ya 8´an. Parlamenterên HDP´ê Huda Kaya û Garo Paylan doh nobet dewr girtin. Li Mêrsînê jî dayika bi navê Meryem Erbey a ku du zarokên wê di hepsê de di greva birçîbûnê de ne got, “Daxwaza zarokên min daxwaza min e jî.”

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan ket roja 92’yan. Berxwedana bi pêşengiya Guven li hepsan, li Amed, Hewlêr, Strasbourg, Mexmûr, Şengal, Silêmaniyê û gelek deverên din didome. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê jî di roja 79’an de dewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan jî di roja 53’yan de, çalakiya koma ewil a di 16’ê Kanûnê de li hepsan dest pê kirî di roja 54’an de dewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 291 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ne.

Kaya û Paylan nobet dewr girt 

Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD’ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD’ê ya li Amedê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê jii 31’ê Çile ve nobetê digirin. Li gel nobetê, bi banga HDP’ê her êvar saet di 20.00’an de xelk dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya dengderxistinê piştgiriyê dide Leyla Guvenê.

Çalakiya nobetê di roja 8’an de didome. Bi armanca piştevaniya Guven û girtiyên di grevê de doh di roja 7´an a nobetê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya çalakiya nobetê dewr girt.

Rêveberên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) jî di nav de gelek nûnerên sazî û dezgehan çûn serdana cihê çalakiya nobetê.

Leyla Guven a ku rojên destpêkê yên çalakiyê bi rêya telekonferansê bi dîmen peyamên xwe bi çalakger û ziyaretvanan re parve dikir, ji ber ku rewşa siheta wê êdî zêde xerab e, nikare peyamên xwe parve bike.

Daxwaza zarokên min ya min e jî

Meryem Erbey dayikek e ku du zarokên wê li du hepsên cihê di greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda Îmraliyê de ne. Ew dibêje, “Daxwaza zarokên min daxwaza min e jî.”

Mehmet Erbey, ji 5’ê Çile ve li Hepsa Tîpa D a Duzceyê û Maşallah Erbey jî ji 5’ê Çile ve li Hepsa Jinan a Bunyan a Kayseriyê di greva birçîbûnê de ne. Dayika wan, Meryem Erbey diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û ji bo xwedîderketinê bang li hemû xizmên girtiyan kir.

Meryem Erbeyê got, dewleta Tirk 23 sal ceza li kurê wê Mehmet Erbey û 10 sal ceza jî li keça wê Maşallah Erbey birrîye, û polîs wekî din zilmê li wan dike, herroj duroj diavêjin ser mala wê. Kurekî wê yê din ê bi navê Serhat Erbey jî ev 2 sal in di Hepsa Tîpa T a Denîzliyê de ye.

Bê Ocalan nabe

Meryem Erbey a ku zarokê xwe di hepsê de dîtine, dibêje zaroikn wê jê re gotine, “Heta daxwaza me neyê qebûlkirin, çalakiya me wê dewam bike. Em ê bi ser kevin. Ne tenê Kurdistan, cihanê jî bidin me, em ê jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nekin.”

Dayika wan dibêje, ew ê heta dawiyê destekê bidin daxwaza mafdar a girtiyan û ew ê ji bo daxwaza wan bitêkoşin: “Niha, ez ji ber çalakiya zarokên xwe, serbilind im. Zarokên min ji bo mirovahiyê têdikoşin. Ez bang li hemû dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de dikim; Bila moralê we baş be. Zarokên min doza çi bikin ez jî doza wê tiştê dikim. Têkoşîna zarokên min têkoşîneke mafdar e. Armanceke wan a xirab tine ye. Ez bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim, werin em destekê bidin grevên birçîbûnê. Em bibin dengê wan.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN