
Meclîsa Leşkerî ya Sûryanîyan di 8’ê Çileya 2014’an de di yekemîn salvegera damezirandina meclîsê de tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibûn. Berdevkê meclîsê Sergon Hena li ser tevlîbûna bo YPG’ê, sedemên wê û xebatên xwe yên leşkerî agahî da ANHA’yê.
Hena diyar kir ku ew di wê têgihiştinê de ne ku tu hêz an jî herêm bêyî ku ewlehiya xwe bidest bixin nikarin hebûna xwe biparêzin. Sergon Hena anî ziman ku li ser têgihiştina parastina cewherî ya neteweyî bi YPG’ê re ketine nava têkilyan, lê divê baş bê zanîn ku ev têkilî li ser hîmê têkiliyên dîrokî yên di nava gelên Kurd û Suryan de hatiye avakirin, ne têkîliyêk demî ya li ser berjewendiyan e û got: “Têkiliya me û YPG’ê hêza xwe ji dîrokê û pewistiya pêşerojek wekhev digire. Ji ber ku êşên gelên Kurd û Suryanî dîtine heman êş in û mafê herdu gelan jî hatine binpêkirin. Ev êşên me, me nêzî hev dike û dibe bingeha gavên dîrokî.”
‘Roj roja parastinê ye’
Hena destnîşan kir ev demeke dirêj e ew bi YPG’ê re li ser esasê parastina rewa ya gelên herêmê di nava têkilan de ne û wan xwestine di salvegera avakirina meclîsa xwe ya leşkerî de van têkiliyan bi raya giştî re parve bikin û bigihîjînin asta fermiyetê. Hena anî ziman ku wan jî di eniyên şer de cîhê xwe girtiye û wiha dom kir: “ Îro roj roja ku Kurd, Suryanî û Ereb dest bidin hev û herêma xwe ji hêzên çeteyan û êrîşên derve biparêzin e.”
Salek berê hat avakirin
Hena der barê xebatên xwe de jî agahî da û da zanîn ku dema herêm ji hêzên rejîme hatiye rizgarkirin wan bi komên biçûk dest bi rêxistinkirina xwe ya leşkerî kirine, lê ji ber derfetên wan tine bûn ew bi gelek astengiyan re rû bi rû mane. Sergon Hena, daxuyakirin ku bi demê re hejmara kadroyên wan zêde bûye û wan pêwîstî bi meclîsek leşkerî dîtiye, lewre di di 8’ê Çileya 2013’an de meclîsa xwe ava kiriye.
Sergon Hena anî ziman ku piştî avakirina meclîsê jî dest bi xebatên perwerdeyê kirine û li bajarê Dêrikê Akademiya Leşkerî ya Ebger vekiriye. Sergon Hena da zanîn ku di akadêmiyê de perwerdeyên siyasî, bîrdozî û leşkerî didin kadroyên xwe da ku têgihîştinek parastina rewa li ser hîmê neteweyî û gelên herêmê di nava artêşa wan de bê rûniştan din û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev hêzên leşkerî di pêşerojê de bi xwe di nava gelên herêmê de nebin çavkaniya perçekirina gelên Kurd, Suryanî û Ereb pêwîstî bi nêrînek demokratîk û dostaniya di nava gelan de ku bi perwerdeyên siyasî û bîrdozî dikare pêk were heye.”
‘Gelên herêmê nayên lîstikan’
Hena destnîşan kir ku di dîroka gelên herêmê de ji bo ku di nava gelan de dijminahî rû bide gelek lîstok li ser herêmê hatin lîstin, da ku di rojên weke rojên îro de yekîtî û dostaniya gelan neyê avakirin. Sergon Hena got ku hêzên desthilat xwestine bi vî rengî xwe li ser gelan ferz bikin, lê asta ku gelên herêmê xwe gihandiyê û heskirina çêbûye, wê rê nede van lîstokan.
Hêna diyar kir ku divê têgihîştinek demokratîk û wekheviyê di nava sazî û rêxistinên gelên herêmê de bê pêşxistin û ev bang li gelên herêmê kir: “Pêwîste ev yek bibe şêwazê jiyana gelên herêmê. Dem ne dema Baasîtiyê ye, dem dema wekhevî, hevgirtin, xwe birêvebirin, aşitî û biratiya gelên herêmê ye. Ji bo vê divê gelên me neyên lîstokên ku wê wan perçe bikin.”
ANHA/QAMIŞLO