Koma 415 ya Rêxistina Efûya Navneteweyî (ai-Amnesty international) ji bo rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ê ku 5 sal in di girtîgehên rejîma Îranê de tê ragirtin “tavilê” û “bê şert” serbest bê berdan, li komuna Loundun a herêma Poitou-Charentesê çalakiyek li dar xist.
Kebûdwend jî di nava 12 mehkûmên ramanê yên ku Koma 415’ê ji bo wan kampanyaya ku dê heta dawiya sala 2012 bidome dane destpêkirin de ye. Kom, 9’ê gulanê roja çarşemê li ber peykerê Théophraste Renau yê li komuna Loundunê li hev civiyan û biryardariya xwe ya ji bo piştgiriyê nîşan dan. Kebûdwend di 1’ê tîrmeha 2007 de, ji mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê yên bi kincên sivîl ve hate binçavkirin, her wiha sê komputerên wî, pirtûka wî, wêne eû tiştên wî yên şexsî hatin desteserkirin û piştre ew şandin beşa 209. a Girtîgeha Evîn a li Tehranê.
Damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê û serokê wê Kebudwend, di heman demê de di 27’ê pûşpera 2004 de sernivîskarê rojnameya Peyamê Merdomê Kurdistan a ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
Di gulana 2008 de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkiri û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate girîn. Ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ava kiriye, bi “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.
Kebûdwend ji ber nexweşiya xwe di dawiyê de bi xweşiya penceşêrê jî ket û hemû hewl û kampanyayên ji bo serbestberdana wî hatine destpêkirin, bê encam man. Rêxistina Efûya Navneteweyî dixwaze Kebûdwend bê şert û merc di demek zû de serbest bê berdan.
ANF/LONDON