Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îskender Dêrik axivî û bal kişand ser giringiya kampanya berhevkirina îmzeyan û bi taybet piştî pêvajoya aşîtiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê. Dêrik destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê dê bandora xwe ya erênî li Bakur, hemû Kuridstanê û Rojhilata Navîn dike. Derbarê meşa ku dê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tirbespiyê lidarbixin, Dêrik bang li hemû pêkhatiyên bajêr kir ku bigirseyî tevlî meşê bibin.
Di civînê de komîteyên berhevkirina îmzeyan ku li hemû taxên bajêr û navenda bazarê dê karê xwe bikin hatin avakirin.
Di civînê de Serokê Meclisa Gel a Tirbespiyê Nûreldîn Şakir axivî û diyar kir ku ew ê piştî kampanya berhevkirina îmzeyan bi dawî bibe, dest bi kampanyekê bi navê ‘Jiyana Azad û Civaka Demokratîk’̓ bikin. Şakir diyar kir kampanya wan ya nû dê ji bo aktîvkirina saziyên civakî yên sivîl pêk were.
ANHA/TIRBESPIYÊ