Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê ji bo rizgarkirina jiyana sivîlan û derxistina çeteyan ji Kobanê, her wiha vegerandina ewlehiyê li herêmê, di serî de Koalîsyona Navnetewî banga li tevahiya civaka mirovahiyê kir ku riyeke ewlehiyê ji bo kobanê vekin û hemû cureyên alîkariyên di nav de çekên giran ji bo kobanê bişînin. Girêdayî mijarê Meclîsa Rêveber a herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya meclîsê de wiha hat gotin: “Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi serkefitnên xwe di meha xwe ya sêyemîn de didome û li hemberî hêzên xêrnexwaz ên terorîst ku temsîla wan di DAIŞ‘ê û hevalbendên xwe de ye, disekine. Tişta ku berxwedana Kobanê bidest xistiye bajar û bajarokên mezin yên xwedî derfetên mezin nikarîbûn bidest bixin.“

Berxwedana gel wê bidome

Rêveberiyê got, vê berxwedanê ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku rihê berxwedan û baweriya rast bi rêgez û nirxên mirovahiyê têrê dike ku li hemberî çekên giran bisekine. Her wiha diyar kir ku pêkhateyên Kobanê di nêrîna hevkariya demokratîk a ji bo birêvebirina karûbarên siyasî û civakî bi awayekî wekhev, hevgirtî ne. Ji bo parastina van nirxan civak wê liber xwe bide  û bersivê bide hêz, alî û rêxistinên dijber û tu caran ji armanc û dozên xwe danakeve.” Di berdewamiya daxuyaniya Meclîsa Rêveber de wiha hat diyarkirin: “Kobanê bi saya lehengî û qehremaniya şervanên YPG û YPJ û şehîdên bê dudilî liber xwe dan, bûye eniya navnetwî ya herî rast li hemberî terorê, her wiha bûye parçeyek ji Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ û hevkarên wê. Vê yekê hin ku Koalîsyona Navnetewî bi serkêşiya Amerîkayê piştgiriya berxwedanê bike û bihêle ku hêzên pêşmerge wekî cara yekemîn ji Başûrê Kurdistanê bi riya sînorên navnetewî yên bi dewleta Tirk a cîran re, derbasî Kobanê bibin.”

Bala cîhanê zivirand

Meclîsa rêveberiya Kobanê ragihand ku ev berxwedana hiştiye ku doza gelê Kurd bigihêje rûpelên navnetewî yên biryarê û Kobanê tevahiya cîhanê xistin nava tevgerê. Daxuyanî wiha dewam dike: “Lê hêzên dijberî vîna gelên azad hewl didin ku ji aliyê xwe ve hemû hewldanên piştgiriya Kobanê asteng bikin û ji bo vê jî hemû rê, rêbaz û derfetên xwe bikar tînin, tewanbarî bêbext dikin da ku girîngiya Kobanê kêm bikin û çavên hemû aliyan bibin cihê din. Wekî Meclîsa Rêveber a herêma Kobanê em serkeftinên qehremanên me yên berxwedêr pîroz dikin û xweragiriya wan ya lehengî û mezin bi nirx dibînin. Di heman demê de tehdîd û xeteriyên komên çete yên li dijî welatiyên sivîl ku ji ber topbaran çeteyan a berdewam li bajarê kobanê û li herêmên sînor bicin bûne û asê mane, hesab dikin.” Rêveberiya meclîsê di serî de Koalîsyona Navnetwî bang li civaka mirovahiyê kir ku korîdoreke mirovahiyê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de ji bo Kobanê vekin.


 ANHA/KOBANÊ