Ji bo valakirina kelhê ji leşkeran gelek caran çalakî û kampanya hatine lidaxistin. Nêzî 72 nûnerên saziyê civaka sivîl ev çalakî û kampanya destek kirine. Herwiha kampanya îmzeyan ya ‘Kelha Mêrdînê ya xelkê Mêrdînê ye’ jî bê navber berdewam dike.Hevseroka şaredariya Mêrdînê Febrûniye Akyol ragihand ku bi veguhestina baregeha Radar a di kelha Mêrdînê de êdî pêwîste leşker û MİT kelhê vala bikin û got ku ew dixwazin vê kelhê ji turîzmê re vekin.Hevseroka şaredariya Mêrdînê dazanîn ku kelha Mêrdînê wek sembola bajêre, îro ji hemû xelkê Mêrdînê û kesên dixwazin werin vir re hatiye girtin. Februniye Akyol dagirkirina kelha dîrokî ji aliyê leşkeran ve wek mijarek mînaka wê di cîhanê de nîne.
OMER ÎKE/MÊRDÎN