Endamên Delegasyona Fermî ya Rêxistinbûna Herêmî ya 2’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê, Anne Wilhelm, Inessa Kober, Ulrike Held û Birgit Schuttenberg, peyama piştevaniyê ji Kongreya Jinên Azad (KJA)  re şand.  Endamên Delegasyonê di peyamê de desteserkirina şaredariyan wekî helwestek “Pêngava diçe diktatoriya faşîst” bi nav kir. Delegasyonan da zanîn ku hikûmetên Ewropa û Amerika divê temaşeyî zextên hikûmeta Tirkiye ya li ser gelê kurd, elewî, êzîdî dide meşandin neke.

‘Berpirsiyariya me rawestandina êrîşan e’

Di peyamê de wiha hat gotin: “Hikûmeta Tirkiye bi awayekî despotik  xwest hêzên li vê herêmê pêş dikevin tasfiye bike. Bi piştgiriya dewletên Amerikan û Alman ev yek pêk anîn. Tirkiye li Sûriye û Iraqê bi hevkariya DAIŞ’ê re aşkere tev geriya. Ji ber vê yekê pêwiste em li dijî êrîşên li ser hêza azadî û demokrasiyê bêjin “Bes e” Em dizanin em li hemberî vê yekê xwedî berpirsiyar in. 

Bang li welatê rojava kirin

Di peyamê de ji hikûmeta Elmanya, Ewropa û Amerîkayê xwestin ku li hemberî êrîşên Hikûmeta Tirkiye bêdeng nemîn. Endamên Delegasyonê ji  dewletan xwest ku dewleta tirk piştgiriya çekan nede DAIŞ’ê  û wiha gotin: “Binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê di 25’ê Cotmehê de dijî demokrasiyê hatin binçavkirin û bi awayekî ne adil hatin darizandin. Berdevak Demî ya KJA’yê û Parlamentera Tirkiye ya berê Ayla Akat Ata, bi lêdanê hat binçavkirin. Destûr nedan bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Binçavkirina endama KJA li dijî demokrasiyê ye. Bi ser mala wan de girtin û hemû amûrên wan desteser kirin.” 

‘Nebin şirîkê rejîma dîktator’

Endamên delegasyonê dan zanîn ku li Tirkiye mafên jinan li gorî berê bêtir hatiye sînorkirin û ev yek herî zêde li dijî hevşaredarên jin ên Şaredariyên Kurdan pêk tê. Bi taybetî hikûmetên Elman û Amerikan divî li dijî van pêkanînên li ser mafê jinê pêk tê bêdeng nemînin. Em dixwazin ku ev hikûmet nebin şirêkê rejîma diktatoriyê. Em ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên bindest ên cîhanê re azadî dixwazin.”  

Piştgiriyek ji jinên Afganî ji bo KJA peyam

Komîteya Jinê ya Partiya Piştgiriya Afganîstanê ji ber zextên li dijî KJA’yê peyama piştgiriyê da. Di peyamê de hat diyarkirin ku tevaî êrîş têkoşîna KJA jî nîşan dide û wiha pê de çû; “Ev jî îspat dike ku têkoşîna we êdî gihiştiye wê astê ku dijmin nikare we ji nedîtî ve were. Ji ber li Kurdistan û Tirkiyeyê jin her tim di refên pêş ên têkoşînê de ne. Em bang li tevahî hêzên aşiqê azadiyê û pêşverû dikin ku dest bidin têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê û daxwaz dikin ku her kesên ku hatine girtin bên berdan.”


 ANF / AMED