Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û herêmên derdora wê, gelek siyasetmedar, zanyar, rewşenbîr, fîlozof û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji gelek welatên cîhanê, banga çalakiyê kirin. Di banga ji aliyê 130 kesayet û saziyên tên naskirin de, tê xwestin ku di 1'ê Mijdarê saet di 14'an de li hemû welatên cîhanê ji bo Kobanê meş werin lidarxistin.
Di bangawaziyê de hat ragihandin ku her du êrîşên destpêkê yên li hemberî Kobanê bêbandor hatine kirin û hat destnîşankirin, ku DAIŞ ji bo bajêr bi dest bixe, hemû hêzên xwe civandiye.
Di dewama bangawaziyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG û YPJ'ê hêviya yekane ya gelê Kobanê ye û "Di Çileya derbasbûyî de, Kurdên li Rojava sîstema xwe ya rêveberiya xweser a bi şêweyê sê kantonan xistin meriyetê. Ji van kantonan Kobanê ji aliyê bakur ve xwedî sînorê Tirkiyeyê ye, lê aliyên wê yên din herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne.
DAIŞ'ê bi bikaranîna çekên giran ên Amerîkî, ket nav Kobanê. Bi sed hezaran mirov bi gefeke qirkirinê re rû bi rû ne. Gelê Kobanê bi çekên sivik ên di destê xwe de, li dijî van çeteyan li ber xwe didin û ji bo rizgariyê jî bi tenê ji yekîneyên YPG û YPJ'ê bawer dikin.
'Endamên koalisyonê piştgiriya DAIŞê dikin'
Di metna bangê de hat gotin, "Ji ber vê yekê girîng e, ji bo destekkirina Kobanê û dijderketina DAIŞ'ê li gelemperiya cîhanê çalakî bên lidarxistin" û hat ragihandin ku koalîsyona li dijî DAIŞ'ê li gel şahidiyê ji qirkirinekê dike jî, desteka pêwîst nedaye berxwedana Kurdan.
Bangawaziyê wiha dewam kir: "Koalîsyonê berpirsyarî û ferzên hiqûqa navneteweyî bicih neanî. Di serî de Tirkiye gelek welatên endamên tifaqê, li şûna yên pêwîstiya wan pê heye, desteka malî û leşkerî didin DAIŞ'ê."
Ji bo di kesayetiya Kobanê de qirkirina tê xwestin li hemberî hemû gelên din bê kirin were astengkirin banga liv û tevgerê hat kirin û hat xwestin ku di 1'ê Mijdarê saet di 14:00 de li tevahiya cîhanê çalakiyên piştgirîdayînê bên lidarxistin.
Navdarên cîhanî hene
Di nava kesayetên destekê didin bangê de xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, Zanyarê Ziman û Fîlozofê navdar ê Amerîkî Prof. Noam Chomsky, parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Luisa Morgantini û endamên Kamera Lordan û Avam a Brîtanyayê hene. Gelek zanyar, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, hiqûqnas, sazî û komeleyên mafên mirovan ên ji Ewropa, Amerîka Latîn, Hindistan, Pakîstan û ji gelek deverên din ên cîhanê jî hene.
FRANKFURT