Dilişan Îbiş destnîşan kir ku endam ji Kobanê, ji çar parçeyên Kurdistanê û ji çar aliyên Cîhanê beşdarî Konferansê bûne û got: “Şerê sedsalê yê ku li Kobanê hatiye meşandin ne tenê şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Gel de bû. Ev şer di navbera xeta Modernîteya Demokratîk a civakparêz û xeta Modernîteya Kapîtalîst a dewletparêz de bû. Lewre jî berxwedana mezin a Kobanê wekî sembola hemû mirovahiya azadîxwaz li cîhanê deng veda û bû şerê parastina rûmeta insaniyetê.
Dilişan got ji çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek devrên cîhanê mirovên xwedî wijdan ji bo parastina Kobanê di nava şerê paratinê de çîh girtin û li hemberî zîhniyeta terorê bûnê yek.
Konferansa me hêzên parastina gel ên neteweyî yên di bin pêşengiya YPG/ YPJ de, pêşmerge û hemû hêzên çepgir û şoreger ên enternasyonalîst silav dike.”
Dilişan Îbiş bal kişand ku di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn e ku bajarek bi berxwedana xwe dibe dilê netewî yê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewre jî di dema şerê dijwar de li Bakur, Başûr, Rojhilat û her wiha li hemû cîhanê Kurdistaniyan êş û jana gelê Kobanê parve kir. Hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî de cara yekemîn e ku hêzên Kurdistanî, ev qas nêzî hev bûn û sînorên dagirkeran bêwate hiştin.”
Biryarên konferansê
* Konferansa me di nîqaşên xwe de gihişt baweriya hevbeş ku bajarê Kobanê li ser xeta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ji nû bê avakirin.
* Konferans gihişt wê biryarê ku xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bi tevlibûna hemû beşdarên vê civînê bên meşandin û ev xebat di bin banê koordinasyonekê ji 15 kesan pêk tê bên organîzekirin.
* Ji bo avakirina Kobanê kampanyayek alîkariyê ya aborî ya neteweyî û navneteweyî bi ruhê seferberiyê bê destpêkirin.
* Konferansa me tespît kiriye ku pêwist e wargehên jiyanê yên demî wekî mal, xwarin, vexwarin û tenduristiyê bên amadekirin.Ji bo vê yekê jî divê deriyê sînor ê ku di navbera Pirsûs û Kobanê de bi awayekî fermî bê vekirin.
* Konferans bang li rêveberiya Tirkiyeyê dike ku deriyê sînor ê Murşîdpinarê wekî deriyekê sivîl bê vekirin û ev derî weke korîdoreke piştgiriyê di bin ewlehiya saziyên navneteweyî de ji hatin û çûna re vekirî bimîne. Em bang li hêzên navneteweyî û sazî û dezgehên civakî yên cîhanî dikin ku ji bo ev dorpêça li ser Kobanê bê rakirin xebatên diplomatîk û siyasî bimeşînin.
* Di nîqaşên konferansê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd û cografyaya Kurdistanê di bin tehdîdê de ye. Lewre jî beşdaran dubare anî ziman ku di vê qonaxa nazik de ji bo parastina nirxên civaka Kurd hewcedarî bi pêkanîna Kongreya Neteweyî heye.
* Konferansa me bang li jin û ciwanên kurd ên koçber bûne dike ku vegerin Kobanê û di avakirina bajar de roleke aktîf bilîzin.
* Konferansa me pêwîst dibîne ku ji bo avakirina Kobanê di qada navneteweyî de jî konferansekê pêk bîne.
* Li konferansê biryar hat girtin ku beşeke bajar bibe muzeya berxwedana mirovahiyê.”
DÎHA/AMED