Li dehan navendên Ewrupayê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk a li ser Girê Spî û Kobanê hatin protestokirin.
Elmanya,Li bajar Elmanyayê Duisburg,Bîelefeled,Gîenssen,Bremen,Dusseldorf û Stûttgartê, bi tevlîbûna sedan kesî çalakî hatin li darxistin. Çalakî ji aliyê NCKD, HCÊ, YXK, TAJÊ, MLDP,Dergehên Elewiyan û gelek saziyên civakî ve bi rêve çûn.Di meş û mîtîngên de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrşan bidin rawestandin.
Fransa: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarên Fransa Bordeaûx û Marsîlyayê jî hate protestokirin. Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Azad li navenda Margnan a Marsîlyayê meşek hate kirin Di axaftinên de li dijî êrîşên faşîst ên Dewleta Tirk banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.
Yewnanistan:Li paytexta Yewnanistan Atînayê dagirkeriya dewleta Tirk bi meşeke girseyî hate protestokirin.
Swîsre:Li paytexta Swîsre Bernê, Zurîh û Cenevreyê jî êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Ocalan û daketina qadan hate kirin.
Swêd: Li bajarê Lozan ê Swêdê jî bi û pêşengiya Navenda Civak Kurd a Demokratîk, Halkevî û HDK’ê gel daketin qadan. Di çalakiyê de Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin, berxwedana Kobanê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin.
Qibris: Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî Kurd û dostên wan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN