Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber şerên serdestan ên ji bo berjewendiyên desthilatdarî û aboriyê gel dîsa mexdûr dibin û hat gotin, „Ji ber şer welatê wan tê hilweşandin, zarok, jin, pêr û kal tên qetilkirin. Mirovên ji ber şer neçar dimînin welatê xwe biterikînin jî, neçar dimînin malên xwe bi erzanî bifiroşin û bi rêya şebekeyan welatê xwe diterikînin. Lê belê rastî pirsgirêkên hîn mezintir tên û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin. Weke ku em hemû dizanin ku di kamyonan de yan jî li nava deryayê di keştiyan de binav dibin, jiyana xwe ji dest didin.

Li Rojava û Şengalê ku herêmên şer in, Kurd bi van pirsgirêkan bi şêweyê herî giran rûbirû dibin. Beşeke mezin a bi hezaran penaberên li Elmanyayê Kurd in. Ev  mirov neçar man ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê welatê xwe biterikînin. Bi desteka hikûmeta AKP’ê û dewletên paşverû yên herêmê re li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurd, Asûrî, Elewî, Êzidî, Tirkmen û gel û baweriyên din şerekî qirêj tê meşandin, gelên me tên qetilkirin. 

Dûvikên hikûmeta AKP’ê yên li Elmanyayê, ku plankar û destekdarên vê komkujiyê ne, bi sextekarî xwe ber didin nava mirovên me yên Rojavayî yên bi trenan tên û hewl didin bi feraseta DAIŞ‘ê birêxistin bikin.

Weke NAV-DEM´ê banga me li hemû endamên me ew e ku dil û deriyên xwe li Kurdên ji Şengal û Rojava tên vekin, xwedî li gelê me derkevin. Ev yek wezîfeyeke welatparêzî û însanî ye. Em bawer dikin ku Kurd û dostên Kurdan ên li Elmanyayê dijîn wê bi awayê herî baş xwedî li xwişk û birayên xwe yên penaber derkevin.

Weke NAV-DEM´ê ji bo deşîfrekirina sextekariya dûvikên AKP’ê yên bi mejiyê DAIŞ‘ê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên gelê me yê li Elmanyayê, me maseya krîzê ava kiriye.“   


 KOLN