Zelal Ceger da xuyakirin, tevî hemû êriş û ambargoya giran a li ser Rojava jî, pêleke mezin a koçberiyê ber bi Rojava ve heye û got, "Ji ber ku li gelek bajaran şer heye, ji bo jiyaneke ewle her kes berê xwe dide Kantonên Rojava. Di dema şerê li Reqqa de mirov koçî Kantona Cizîrê dikin û di şerê li herêmên Heleb, Ezaz û Şehbayê de mirov berê xwe didin Efrîn û Kobanê.”


Nifûsa Efrînê bûye mîlyonek

Ceger bal kişan ser şerê ku li herêmên Heleb, Bab û Ezazê diqewime û got; “Hejmara koçberên hatine Efrînê gelekî zêde bûye. Mînak; nifûsa Efrînê beriya niha 400 hezar bû, lê niha mîlyonek derbas kiriye. Rojane 100 heta 250 malbatî xwe li Efrînê digirin. Beşek jê ji bo derbasî Tirkiyeyê bibe, hewl dide ji sînor derbas bibe, lê rastî êrişa hêzên dewleta Tirk tên. Tevî vê koçberiya zêde jî Neteweyên Yekbûyî yan jî rêxistinên alîkariya însanî yên navneteweyî ti alîkarî bi Kantonên Rojava re nekirine."


‘Sozên xwe pêk nayînin’

Ceger got, gelek dewlet û sazî di mijara çareseriya pirsgirêka koçberiyê de sozê didin. Lê ev soz di pratîkê de bi cih nayên. 

Zelal Ceger da zanîn ku wan derbarê pirsgirêkên koçberan de projeyek ji saziyên navneteweyî re şandiye û axaftinên xwe weha domand: “Lê ti bersiv ji me re nehat. Di van projeyên xwe de, me mîna dewleta Tirk mîlyon dolar nexwestin. Em mîlyon dolaran naxwazin. Em dixwazin bi tenê alîkariya însanî ji jin, zarok, ciwan û extiyarên koçî kantonên me dikin, bê dayîn. Bersiv ji pêwîstiyên wan ên jiyanî re were dayîn."

Zelal Ceger bi bîr xist ku wan koçber li kampên bi derfetên xwe çêkirî bi cih kirin û weke TEV-DEM´ê hewl didin bersivê bidin hemû pêwîstiyên van mirovan.


Bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger gotinên xwe weha bi dawî kirin: "Ez dixwazim vê mesajê bidim Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî; werin em bi hev re mirovahiyê li jiyanê vegerînin."



MAHÎR YILMAZKAYA/ENES YILDIZ/ANF/MINBIC