Komîteya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd bi daxuyaniyekê bang li saziyên mirovî, rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî û Netewên Yekbûyî kir ku destên alîkariyê dirêjî welatiyên ji ber êrîşên rêjîma Suriyê yên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd koçber bûne bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev hefteyeke ji aliyê hêzên Rêjîma Suriyê ve tên topbarankirin. Ji ber topbaranê bi hezaran kes ji van taxan ber bi Kobanê û Efrînê ve koçber bûne. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bûne herêmên wêrankirî, bi sed hezaran kes koçber bûne. Ji bo ku karesatek mirovî ya ji ber kêmbûna madeyên xwarin, derman, madeyên sotemeniyê û cihêmayînê çênebe. Di daxuyaniyê de Komîteya Mirovî ya Desteya Bilind bang li saziyên mirovî, rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî û Netewên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn pêdawîstiyên wek kon, xwarin û derman bigihîne koçberan.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku rêya alîkariya mirovahî veke û da zanîn ku‘’Ji ber zehmete ku alîkarî di herêmên din yên welat bigihijînin koçberan re em bang li Hikûmeta Tirk dikin ku bi awayekî lezgîn rêya mirovahî ji bo veguhestina alîkariyan ji bo koçberan veke."
Ji Qamişlo alîkarî hate şandin
Alîkariyên ji bo penaberên ku piştî êrîşên dewleta Sûriyê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd neçar mabûn koç bikin, didomin. Desteya Bilind a Kurd ji bajarê Qamîşlo 10 qamyonên alîkariyê şandin Efrînê.
Qamyonên ku bi pêdiviyên wekî qûtên xwarinê, betanî, isfinc û qûtên jiyanî barkirî bûn, doh di saetên serê sibehê de ji bajarê Qamişlo ber bi Efrînê ve derketin rê. Rayedarên Desteya Bilind, destnîşan kirin ku dê alîkariya ji bo penaberan bidome.
Duh jî bi armanca alîkariya penaberan ji Bakûrê Kurdistanê 7 wesayîtên alîkarî di Deriyê Sînor ê Akçakaleyê re derbasî Kobanê hatibû kirin.
QAMIŞLO