Rêxistina Alîkariyê ya Rojava û Komîteyên Rêveberiya Xweser alîkarî li koçberên Reqayê yên li Girê Spî bicihbûyî, belav kir.
Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ′50 kon, 50 kîsên xewê û hezar betanî′ li koçberên Reqayê yên ku li kampa Eyn Îsa, belav kirin. Komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî jî nan li koçberan belav kir.
Hevserokê Rêxistina Alîkariyê ya Rojava Ekrem Hesen El-Silêman diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê û sermayê re, alîkariya koçberan kirin û hewl dan pêdiviyên wan bi cih bînin.
Endamê Komîteya Kar û Barên koçberan Celal Mehmûd El-Eyaf spasiya Rêveberiya Xweser û Rêxistina Alîkariyê ya Rojava kir ku destek dane koçberên Reqayê. Di herdû rojên derbasbûyî de derdora 3 hezar malbatên Reqayê gihiştin bajarokê Eyn Îsa. Ji wan 2 hezar û 300 malbat çûn gel xizmên xwe û yên mayî jî li kampê bi cih bûn.
KOBANÊ