"Konê Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk" ê ku ewil li Qada Seyît Riza bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopîne hate vedan, di 29'ê Gulanê ed birin duryana gundê Roşnekê. Ajokarên wesayîtan ên di rê de diçin dema posteran dibînin li qorneyên wesayîtan didin û piştgiriyê didin kesên di kon de. Konê jî her tim tê ziyaretkirin. Welatiyên bajarên derdorê jî kon ziyaret dikin.

Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê jî her roj diçin kon ziyaret dikin û piştgiriyê didin Dayiken Aştiyê. Xwendekar qirş û qalan kom dikin û ji bo xwarin, vexwarin û çayê piştgiriyê didin dayikan. Li aliye din bi stran û şahiyên xwe demên xweş bi mêvanên kon didin derbaskirn. 

DÎHA/DÊRSIM




Nobet berdewam dike

Serdan û çalakiyên li konê nobedariyê yên li Dêrsîm, Şirnex, Wan û Colemêrgê hatine vedan dewam dikin.
Serdan û çalakiyên li konê nobedariyê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk ve ji bo şopandina meşa çareseriya HPG’iyan li Dêrsîmê hatiye vedan didome. Di çerçoveya serdanan de koma Muzîkê ya ji Amerîkayê çû Dêrsîmê konê ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman. Konê li nêzî pira Kromê ya navça Payizavaya Wanê hatiye vedan jî ji aliyê aktîvîstên tevgera Jinên Azad û Demokratîk û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl ve hat ziyaret kirin. Dîsa Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan û heyeta BDP’ê konê nobedariyê ya li navça Şemzînana Colemêrgê hatiye vedan ziyaret kirin. Di serdanê de Parlementerê BDP’ê Esat Canan axavtinek kir û dazanîn ku ji niha û şûnde ewê têkoşîna xwe hê bilindtir bikin. 

AMED