Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan bi bîr xist ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd, wan bi hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê re hevdîtin kirine û got, “Em hewl didin ji bo vê yekê eniyeke hevpar ava bikin.”

Fûad Bêrîtan got, ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ku demeke dirêj e minaqeşeyên wê hene, divê hemû partî bi erk û berpirsyariya neteweyî rabin.

Fûad Bêrîtan bi bîr xist, ku KCK’ê ji bo kongreya neteweyî bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd kiriye û diyar kir, weke KODAR’ê wan jî guh daye vê bangê û li ser vê bingehê bi hemû partiyên li Rojhilatê Kurdistanê re hevdîtin kirine. Bêrîtan destnîşan kir, ku di hevdîtinan de wan hewl daye eniyeke hevpar a ji hemû partiyên li Kurdistanê ava bikin û bi vî rengî tevlî kongreya neteweyî bikin.

Kurd wekî modela çareseriyê

Fûad Bêrîtan da zanîn, gel û tevgera Kurd di nava kaosa Rojhilata Navîn de hêzeke girîng a çareseriyê ne û got, “Yekane tevgera ku çareseriyeke demokratîk ji kaosa li herêmê re peyda kiriye û li gorî vê yekê proje afirandiye, gelê me ye. Lewma, tenê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe, divê em ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn rêyên çareseriyê biafirînin û pêşengiyê bikin. Ji bo ev projeya demokratîkbûnê li herêmê bi cih bibe, beriya her tiştî divê em pirsgirêkên li nava xwe çareser bikin. Bi vî rengî em dikarin bibin hêzeke rast û xwedî bandor a çareseriyê. Bi vî rengî em ê karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bibin modela çareseriyê.”

‘Pirsgirêk bi kongreyê çareser dibin’

Bêrîtan da xuyakirin, kombûna li kongreya neteweyî mecbûriyetek e û got, “Di nava hêzên siyasî yên li Kurdistanê de dibe ku nakokî û hin pirsgirêk hebin. Lê belê ya girîng ew e, ku li dora berjewendiyên neteweyî yên hevpar li hev bicivin. Eger di kongreya neteweyî de karibin li hev bicivin; hingî wê pirsgirêkên partiyên siyasî û civakî jî karibin çareser bikin. Bi projeyeke hevpar re dikare modela çareseriya demokratîk bê afirandin.”

Bêrîtan bal kişand ser pirsgirêkên nava partiyên siyasî yên Kurd û got, ev pirsgirêk bi kongreya neteweyî dikarin bên çareserkirin û ev bang kir: “Ez dixwazim careke din banga kombûna vê kongreyê bikim. Hêza me heye ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi vî rengî em dikarin bibin pêşengekî xurt ji çareseriya pirsgirêkên li herêmê re. Eger em vê firsendê ji dest berdin, dibe ku careke din bi destê me nekeve.”

‘Yên xwe nedin ber yekîtiyê wê ji holê rabin’

Hevserokê KODAR’ê  Fûad Bêrîtan da xuyakirin ku li herêmê guhertineke sîstemê tê kirin, lazim e li Kurdistanê jî guhertinek li gorî vê hebe û got, hêzên xwe nedin ber vê yekê wê nikaribin ji tesfiyebûnê xwe xilas bikin.

Di vê peywendê de Bêrîtan got, ew amade ne bi hemû hêz û derdoran re rûnên, pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û wiha peyivî: “Weke KODAR’ê em amade ne bi hemû rêxistin û partiyên Kurdan re li hev bicivin, nîqaş bikin û bi hevparî tevbigerin. Em amade ne bi hemû hêzên li herêmê re jî hevpariyê bikin. Beriya her tiştî pêwîstî bi kombûnê heye.

Yên li pêşiya pêkhatina kongreya neteweyî asteng in, yên xwe nadin ber vê yekê, lazim e zanibin; di vê demê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, ew bi mejî û sîstema berê nikarin cih bigirin. Bi vî rengî wê tenê karibin xizmetê ji hêzên faşîst û dagirker re bikin. Ti feydeya wan wê li gelê Kurd nebe. Lewma divê demekê ji ya din zûtir li dora kongreya neteweyî li hev bicivin.”


HALÎT ERMÎŞ / RÊBAZ HESEN / ANF / SILÊMANÎ