6 rêxistinên civakî yên sivîl li Silêmaniyeyê civiyan û dan xuyakirin ku ew dest bi kampanya îmzeyan dikin û wê vê kampanyayê di nava 10 rojan de li Silêmaniye, Helebce, Germiyan û Kerkûkê bimeşînin.
Berpirsyarê Rêxistina Ciwanan a Biwêr, Bahaddîn Kemal li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî xwend û diyar kir ku du armancên bingehîn ên kampanyayê hene.
Kemal got, "Armanca yekemîn; çalakkirina parlamenta herêma Kurdistanê ye, ya duyemîn jî ji nû ve destpêkirina xebatên komîsyona amadekirina destûra bingehîn e."
Maf bi destûrê tên parastin
Berpirsyarê Komeleya Pêşvebirina Aboriyê ya Xizmên Enfal û Şehîdan, Dîlman Kemal jî di axaftina xwe de got, li cihê parlament naxebite, qanûn û destûra bingehîn ji holê radibe.
Dîlman Kemal got, "Li welatên demokratîk, parlament li ser rêveberiya welêt xwedî hukim e û qanûn û destûra bingehîn jî ji aliyê parlamentê ve tên amadekirin. Ev qanûn û destûra bingehîn li gorî berjewendiyên gel tên çêkirin. Mafên welatiyan bi destûra bingehîn tên parastin. Eger parlament naxebite, hingî qanûn û destûra bingehîn ji holê radibin." Dîlman Kemal diyar kir ku di rewşa heyî ya li herêmê de mirov nizanin li hemberî pirsgirêkan miracaetî ku bikin.
Kemal da zanîn ku ew ê îmzeyên berhev bikin, radestî hemû partiyên siyasî û lîderên partiyan bikin.
SILÊMANIYE