Ev rêbazeke psîkojîk e, heke tu dixwazî bi yekî/ê rastiyê bidî gotin, wî/wê hêrs bike. Hefteya çûyî li Meclisa Tirkiyeyê tiştekî wiha pêk hat. Di dema pejirandina qanûnê der barê parastina bi zimanê zikmakî de parlamentera CHP’ê Bîrgul Ayman Guler pir hêrs bû û rastî ji devê xwe pekand: “Hûn ê tu caran nekaribin me bixin wê rewşê ku em miliyeta Kurd û neteweya Tirk wekhev û yeksan bibînin.”

Bila kes xwe nexapîne, rastî diyar û li ber çavan e. Pêşiyên Kurdan gotine, neyarê/a rastgo ji yarê/a derewîn çêtir e. Ji ber vê yekê ji bo me Kurdan MHP û ÎP ji AKP û Fetttullah Gulen çêtir in. Lewre partiya Bahçelî û ya Perînçek bêyî tirs û paxav a dilê xwe dibêjin. Lê belê Erdogan û Kiliçdaroglu kêm caran a dilê xwe dibêjin.
Em dîsa vegerin ser gotinên Bîrgul Ayman Gulerê û argûmanên wê. Ew dibêje, bi awayekî kategorîk qewm hene, miliyet û netewe hene. Miliyet di ser qewmiyetê re ye û neteweyetî jî di ser miliyetê re ye.
Li gorî gotina Gulerê Kurd miliyet in, hê nebûne netewe, lê Tirk netewe ne, lewre jî Tirk di ser Kurdan re ne. Ji bo ku bandora nîjadperestiya xwe kêmtir bike, îcar dibêje, “Tirk ne navê qewmekî tenê ye, navê hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê ye.” Li gorî van gotinan miliyeta Kurd jî di nav neteweya Tirk de ye. Errrik! Te îcar kir çima.
Em pêşî bala xwe bidin argûmana ku dibêje, “Tirk ne navê qewmekî ye, navê hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê ye. Ev gotin ji binî ve vir û derew e. Ne gelê Tirk, ne jî rayedarên Tirkan ji vê yekê bawer dikin û li gorî wê tevdigerin. Heke wisa bûya, serokwezîrê Tirkan û serokomarê azeriyan ji bo Tirkiye û Azerbaycanê nedigotin, em ji miletekî ne, lê du dewlet in.
Li ku dera cîhanê serê pisîkeke Tirkan biêşê, rayedarên Tirk radihêlin hebên serêşê û bi wî aliyî de dibezin, lê di bin guhên wan de Kurd qir dibin, bin guhê wan jî xwî nade. Tiştên ku li vî welatî hatine serê rûm, ermenî, suryanî û hwd. van gotinan pûç dikin.
Her kes dizane ku Tirk navê qewmekî ye, dewleta Tirk jî dewleteke vî qewmî ye. Rayedarên dewletê her tim li gorî vê yekê tevdigerin. Hemû pirtûkên perwerdeya Tirkiyeyê bi çîrçîrok û xewneroşkên der barê Tirkan de hatine dagirtin. Di van çîrokan de cih û warê gelên ku li ser xaka Rojhilata Nêzîk dijîn nîn e.
 Di dîroka Tirkan de navê wan her tim wekî “xayîn” derbas dibe. M. Kemal Ataturk jî wisa difikirî û tevdigeriya, Erdoganê esil-gurcî û Kiliçdarogluyê esil-Kurd jî wisa difikirin û tevdigerin.
Heke wisa nebe jî gelê Kurd tu caran van vir û derewan napejirîne. Lewre Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn, parçeyekî neteweya Kurd in. Neteweya Kurd li Rojhilata Navîn di nav sînorên çar dewletan de ji bo maf û azadiya xwe têdikoşe.
Em dizanin ku netewe û netewe-dewlet diyardeyên serdem û heyamekê ne, ne diyardeyên edebî û ezelî ne. Lê îro rastî ev e û heta heyamekê jî dê bi vî rengî be.
Dirêjiya vê heyamê jî dê helwesta neteweyên cîran diyar bike. Heta ku ew dev ji neteweperestî û nîjadperestiyê bernedin, dê Kurd jî dev ji doza neteweyî bernedin.
Kengî wan dev ji nîjadperestiyê berda, wekhevî û yeksaniya hemû mirovan pejirand, kes ji ber ziman û nasnameya xwe nehat çewisandin, her kesî karibû azadî li ser xaka xwe bijî, êdî ji bo Kurdan jî nasnameya neteweyî dê girîng nebe û dê hinek kêşeyên din derkevin pêş.
A rast carnan bihîstina gotinên wiha baş in, divê hinek rewşa mirov bi bîra mirov bixin da ku pozê mirov bişewite. Gotinên wiha keran bi guh, koran bi çav dikin. Bi vî awayî gelek nabîna rastiyan dibînin.