MEDYA UREN / JINNEWS/RIHA
Hunermend û mamosteya wêneyan Rahîme Sîdar, bi rasthatina 8´ê Adarê got, hêza jinan heye ku li dijî hişmendiya serdest a mêr xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Ji bo 8’ê Adarê li Ruhayê jî bernameyeke rengîn bi slogana “Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin” hat amadekirin. Hunermend û mamosteya wêneyan a Komeleya Jin Jiyan e Rahîme Sîdar jî qala 8’ê Adarê kir û got, jin bi hev re ji bo azadiya civak û jinê li meydanan bûn.
Rahîme di destpêka axaftina xwe de got, 8’ê Adarê sembola têkoşîna jinê ye ku divê jin ne tenê wê rojê, lê her rojê bikin roja rêxistinbûyîn û têkoşînê. Rahîme wiha dewam kir: “ Her tim xwe lê kerr û kor kirine û keda wê dizîne. Jin weke cinsa duyem û sêyem tê dîtin. Gelek jin dibêjin, ji ber ku ez jin im û dayik im divê ez li malê zarokan xwedî bikim, nikarim li derve bixebitim. Hepskirina jinê bi vî rengî tê rewakirin. Lê divê li hemberî vê hişmendiyê jin dest bidin hev û serî rakin. Jin dikarin li her warî bixebitin. Ji ber ku hêza jinê heye. Her wiha ji bo vê jî divê xwe birêxistin bike.”
Rengên hêviyê li ser tabloyan
Rahîmeyê di axaftina xwe de bal bire ser hunera xwe ya wêneyê û got, “Ez wêneyan çêdikim û wêneyên min jî jiyana jinê vedibêjin. Her tim xeteke reş heye. Dema ez wêneyan xez dikim, ez xwe dibînim û ez hestên xwe tînim ziman. Lewra xêzên min hemû êşa jinê vedibêjin. Ez weke hunermendekî dibêjim, ez naxwazim wêneyê êşê xêz bikim. Bila firçeyên me rengên hêviyê biherikînin. Ev tenê bi piştevaniya jinê wê pêk bê. Divê em jin li her warê jiyanê xwe birêxistin bikin serî rakin. Heke em serî ranekin, êşên me wê reştir biherikin.”