Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê dagirkirî, kilît li deriyê warê dîrokî Darayê xist û bi vî rengî ev war li serdana xelkê girt.

Qeyûmê dagirker Mustafa Yana ê walî, ji bo propagandayêtimî warên dirokî bi kar tîne. Lê dema ku ne tûrîst, lê xelkê deverê û gundewarên herêmê biçin cihên xw eyên kevin û pîroz, radibe, wan waran li ber wan digire. Niha ji bo bajarê dîrokî yê kevnar Darayê biryareke bi heman rengî da. Bi hinceta pûç û vala ya “Personelê ewlehiyê” tine, qufl û kilît li deriyê warê dîrokî xistin.

 

MÊRDÎN