Di nûçeyek ya kû di rojnameya Xebat de hatiye weşandin de tê xuyakirin kû bi înîsîyatîfa 5 parlementerên Partiya Keskan li Parlemena Swêdê hate daxwazkirin ku hukûmet û parlementerên Swêdî piştrigiyê li mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd bikin.
Di nûçeyê de wiha hat gotin: "Di axaftina xwe de Endama Parlemena Swêdê kû ji Partiya Keskan Anîka Lîlestmes diyar kiriye kû ew dê daxwazek fermî pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî, civata navnetewî û Yeketiya Ewrûpayê bikin da kû mafê çareseriyê yê gelê Kurd li Tirkiyê, Iraq, Sûrî û Îranê nas bikin, ji ber kû mafê gelê Kurd li pey daxwaziyên xwe û welatekî azad, yekbûyî û serbixwe ava bike.”
Lîlestmes her wiha diyar kir ku ji bo bakurê Kurdistanê û rojihilatê Kurdistanê ew daxwaza herêmên otonomî dikin û ji bo herêma başurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî daxwaza avakirina dewletek serbixwe dikin û got: "Ji ber ku li gorî Zagona Navnetewî, Neteweyên Yekbûyî ew mafê Kurdane ku li ser axa xwe bi referandûmekê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Ewrûpa mafê xwe yên çareseriyê diyar bikin û pêwîste em wek dewleta Swêd piştgiriyek bihêz bidîn daxwazên gelê Kurd.”

 DÎHA/HEWLÊR