Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 138’an derket pêşberî xwendevanên xwe. Nûbiharê di têkoşîna 25 salan de ji bo wêjeya Kurdî arşîveke dewlemend afirand û vê rêya xwe didomîne. Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Nûbihar, di meha adarê ya 1992’yan de wek weşanxane, piştî heft mehan jî wek kovareke xwerû dest bi xebatan kir û ev 25 sal e rêya xwe berdewam dike.
Rêveberê Kovara Nûbiharê yê Giştî Silêman Çevîk diyar kir ku Nûbiharê 25 sal berê li aliyekî weşanxane, li aliyekî jî bi kovara xwe û bi gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, çi jî bi kovara xwe bi hezaran metnên Kurdî çap kirine û ev tişt diyarî wêje û zimanê Kurdî kirine. Çevîk aşkera kir ku kovara wan bi xebatên li ser dîrok û ziman, bi xebatên folklorîk û roman, çîrok, helbest û nirxandinan arşîveke wêjeyî a dewlemend berhev kiriye.
Çevîk destnîşan kir ku di van salên weşanê de, wekî gelek weşan û kovarên din Nûbiharê jî ji bo civaka Kurd a ku ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe mehrûm bûn, wek dibistan û medreseyekê bi kar kiriye û li gel gelek xwendevanên zimanê Kurdî, gelek nivîskarên zimanê Kurdî jî di vê dibistan û medreseyê de perwerde dîtine. Di hejmara 138’an a Nûbiharê de, ji beşên lêkolîn, çîrok, folklor, cerebe, biyografî, hevpeyvîn, helbest û bi gelek nivîsan din cih digirin.
AMED