
Navenda Perwerdeya Pişeyî ya li qada jiyana hevpar a Sumer Parkê kar dike û bi kursan re hewl dide xebatkarên bi wesif têbigihîne, di rojên ku boykota dibistanê di rojevê de ye de, kursên perwerdeya bi zimanê dayikê dide.
Perwerdeya ku ji aliyê mamosteyên Amed Kurdî-Derê ve tê dayîn, ji du komên destpêk û asta duyemîn pêk tê.
Yek ji hîndekarê Kurdî-Derê Mehmet Salîh Ongu der barê kursê de agahî da û diyar kir ku kursên wan ji 90 şagirtan pêk tên û dê 3 mehan dewam bike.
Ongu diyar kir ku ji jinên kedkarên malê heta mamosteyên teqawît her beşên civakê pêwendiyeke mezin nîşanî kursan didin û got, "Her çend hinekî dereng mabe jî, xwedîderketin û daxwaza bikaranîna zimanê dayikê li her qada jiyanê, me kêfxweş dike."
Ongu da xuyakirin ku ew weke komeleyê dixwazin xwe bigihînin gelek mirovan û rê vekin ku gel zimanê xwe yê dayikê di jiyana rojane de bikar bîne.
AMED
30 hezar daxwazname
Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê, 30 hezar daxwaznameyên bi armanca "perwerdeya bi zimanê dayikê" kom kiribû, pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Stenbolê kir.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul, li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Bi ti awayî li ser muzakere û nîqaş nayê kirin."
Bîngul diyar kir ku wan 30 hezar daxwazname ji deverên cuda yên Stenbolê di nava rojekê de kom kirine û xwest, hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin. Bîngul da xuyakirin ku eger di pêvajoya çareseriya demokratîk de ev daxwazên Kurdan bicih neyên anîn, dê di nava Kurdan de fikar û gumaneke mezin derkeve holê û destnîşan kir ku ew hêvîdarin daxwaznameyên pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeya Milî kirine, bê qebûlkirin. Bîngul anî ziman ku eger neyê qebûlkirin divê sedema vê ji xwediyên daxwaznameyan re bê ragihandin.
STENBOL