LUQMAN GULDIVÊ

Li Elmanyayê yek ji namzetên cihê di hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê (PE) de ku wê 26´ê mehê bi rê ve biçin, parlamenterê PE´yê Bernd Lucke ye ku di heman demê de serokê giştî yê partiya Liberal-Konservative Reformer - LKR (Reformîstên Lîberal-Muhafezekar) e. Ew ekonomîstekî Elman e jî ku li Zanîngeha Hamburgê kursiyê wî heye, lê niha ji ber siyasetê navber daye dersdayînê. Wî li ser înternetê peyamek li ser Kurdan belav kir û got, ew pişta Kurdistaneke Azad digire. Em pê re li ser siyaseta wî, peyamên wî ji bo Kurdan bi giştî lê nexasim jî dîasporaya Kurdan peyivîn. Yek ji waedên wî yên herî zêde balê dikişîne û elaqedarî Kurdên li Ewrûpa û li Kurdistanê ye ew e ku ji bo Yekîtiya Ewrûpa bêhtir zextê li Tirkiyeyê da ku mafê mirovan binpê neke û demokratîktir bibe, ew ê bixebite, û ew ê ji bo wê yekê îş bike ku alîkariyên ji bo ji nû ve avakirina Iraqê bi wî şertî bin ku divê qismek ji vê alîkariyê jî bigihîje Şengalê.

Li ser siyaseta xwe ya giştî, Lucke dibêje, ew namzetê partiyeke hevalbendê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye, lê ji ber ku niha gelek krîzên YE´yê hene ew alîgirên reforman in, hinek ji van krîzan ku ew bi nav dike, jî ya krîza penaberan û ya dewleta hiqûqê ye. Axir pêşniyazên wî ji bo başkirinê jî ev in: “Hiqûqeke penaberiyê ku wê bihêle her dewlet bixwe biryarê bide çend penaberan ew ê bihewîne. Em dixwazin misoger bikin ku pereyekî bi îstîqrar û bankeyên bi îstîqrar hebin li Ewrûpayê, ên ku ne lazim e bi baca xelk dide bên rizgarkirin. Em dixwazin mafê xwevekişîna ji pereyê Euro ava bikin. Û helbet em dixwazin burokrasiya YE´yê kêm bikin çawa ku her kes dixwaze.

Di mijara Kurdistanê de YE bila êdî guh nede Tirkiyeyê

Ji bo Kurdan ew li xwe mikur tê ku hîna nû beriya bi çend mehan ji nêz ve kariye berê xwe bide meseleyê, dema ku nûnerên Kurdan bala wî kişandine ser rewşa Xirab a Kurdan li “Bakurê Iraqê” û li “Sûriyê, nexasim jî li herêma Efrînê”. Ew dibêje, ew xwe weke nûnerê Kurdên li Elmanyayê jî dibîne û ji ber wê jî ew bi xwe çûye nav Kurdan û Êzîdiyan. Ew Kurdan weke mexdûrên siyaseta beriya bi sedsalan dema ku hêzên Ewrûpî li Rojhilata Navîn sînor kişandin, weke miletekî li her derî hindikahî û bê dewlet hatine hiştin. Bi ya wî rewş niha guheriye: “Niha rewş guheriye, û piştî şer nîzameke nû çêdibe. Bi ya min divê Kurd li Iraq û Sûriyê, piştî têkbirina DAIŞ´ê û bidawîbûna şerê navxweyî yê li Sûriyê, tesîra YE´yê ji bo wê yekê bi kar bînin ku Kurdistaneke Azad ava bibe, heta mumkin be serbixwe jî.”

Li ser xisûsa ku tesîra Tirkiyeyê ya diyarker di zilma Kurdan de, ew dibêje, ji ber endametiya NATO´yê ji ber peywendiyên dostanî yên pirralî û nexasim ji ber peymana penaberan, ku YE bi temamî girêdayî Tirkiyeyê ye, gelekî muhtemel e ku YE ji bo “mafên Kurdan ên ku bi temamî rewa ne” tesîra xwe neke. Min jê pirsî ew li ser vê yekê çi difikire: “Bi ya min divê em xwe ji vê hizrê dûr bikin êdî. Gava ku mesele nîzameke piştî şer be li Sûrî û Iraqê, YE divê êdî hew rêzê bigire jexasim jî ji vî Erdoganî re yê ku nirxên YE´yê li welatê xwe dixe bin piyên xwe.”

YE divê di belgekirinê de bi dewra xwe rabe

Li ser qirrkirina Êzîdiyan li Şengalê û fermana 3´yê Tebaxê jî me li fikra wî pirsî. Wî îşaret bi rewşa piştî fermanê kir û got, ji be ku avavexwarinê nayê misogerkirin, mayîn nehatine paqijkirin û hikûmeta navendî ti alîkariya xizmet û jinûve avakirinê nagihîne Şengalê, xelk de facto li wir nikare bimîne. Wî alîkariya YE´yê ya ji bo jinûve avakirina Iraqê bi bîr xist û got, “Ez dixwazim bibêjim, divê alîkariya jinûve avakirinê bigihîje Şengalê jî. Ji bo vê jî, divê YE alîkariya xwe ya ji bo jinûve avakirinê ya dide Iraqê, bi wî şertî ve girê bide ku beşeke wê ya guncaw bigihîje Şengalê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Ew her wiha fikarên xwe li ser helwêsta hikûmeta navendî ya Iraqê îfade dike û dibêje, divê ji bo vegera Êzîdiyan a Şengalê kar bê kirin. Ji ber wê jî li gorî wî divê YE bi zexta dîplomatîk divê misoger bike ku Êzîdî bê welat neyên hiştin û mafê wan ê vegera Şengalê bi temamî bê parastin.

Weke xisûseke sêyem elaqedarî Şengalê, Bernd Lucke dibêje, divê YE di belgekirina sûcên qirrkirinê yên DAIŞ´ê de bi dewra xwe rabe û ev neyê derengxistin, da ku dema li dadgeheke neteweyî yan jî navneteweyî de sûcdar hatin dadgehkirin, delîl û belge berdest bin û tine nebin.

Zêde agahiyên min li ser PKK´ê nînin

Li ser pirsa elaqedarî lîsteya terorê ya YE´yê û li lîsteyê zêdekirina navê PKK´ê li vê lîsteyê bixwe, Lucke got, “Ez eşkere bibêjim, zêde agahiyên wî nînin” da ku karibe fikreke wî li ser vê meseleyê hebe. Lê wî her wiha da zanîn ku ew êdî hestiyartir e li ser meseleyê û bi mînaka Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) îşaret pê kir ka çawa rêxistinek dikare weke terorîst bê binavkirin, lê paşê ev yek biguhere jî. Ya ji bo wî di meseleya PKK´ê de muhim jî ev e: “Ya muhim ew e ku muzakereyên aştiyê pê re bên kirin.”

Weke xisûsa dawî wî got, lobiyeke ji bo Kurdan û Êzîdiyan li Brukselê nîne, ew heger ji nû ve bê hilbijartin, ew ê ji bo avakirina Koma Dostaniyê ji bo Kurdan û Êzîdiyan kar bike. Heger hebe jî ji bo dewama wê angaje bike, da ku dozên rewa yên Kurdan û Êzîdiyan jî li PE´yê bêîn bihîstin.

 
 

Ji AfD´ê ber bi LKR´ê

 

Bernd Lucke li xwe mikur tê ku ew damezrênerê diyarker ê AfD bûye, lê partiya wî damezrandî û partiya îro bi heman navî dewam dike bi temamî cihê ne. Ew dibêje, “Ji bo me damezirêneran eşkere bû ku em dijminahiya li dijî biyaniyan red dikin, û alîgirên nirxên civaka xwe yên sereke ne û yek ji wan jî azadiya baweriyê ye.” Ew dibêje, xiyanet li fikrên damezrandinê hatiye kirin û wî li dijî vê gelekî li ber xwe daye. Ew dibêje, ew bawermendekî komeke Xirîstiyan e ku li Elmanyayê hindikahî ye û di dîrokê de gelekî zilm lê hatiye kirin. Ji ber wê jî ji bo wî azadiya baweriyê bivênevê ye. Ev jî bûye yek ji sedemên sereke yên veqetîna ji AfD.