Pişti destpêkirina kursan li Wiiblingen, Winnenden û Esslingê ,li bajarê Ludwigsburgê jî bi heman mebestê kursa zimanê Kurdî dest pê kir. Bajarê Ludwigsburgê ji ber ku gelek Kurd lê dijîn û her wiha komaleya Kurd lê tûne ye, xebat ji aliyê welatparêzên bi navê Melsa Acar û Burhanettin Uci ve hate meşandin. Bi alîkariya malbatên li herêmê li navenda Komaleya Çand û Hûnera Elewiyan a Ludwigsburg ê kursa Kurdi dan dest pê kirin. Kurs jî aliyê mamoste Abdurrahman Karatas ve ev weki sê heftene bi tevlibûna 20 sagirtên temenê wan ji heft salî ye hetanî yanzdeh salî her hefte roja yeksemê di navbera saet 13.00 û 15.00 an de tê dayin. Serokê Komale ya Çand û Hûnera Elewiya a Lutwigsburg ê Hasan Geyik, anî ziman ku ew gelek bextewarin ku kursa zimanê Kurdî li navenda komaleya wan pêk tê û her wiha ji bo perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanan were dayîn weke rêveberiya Komaleyê hewldan û xebatên wan ji wê berdewam bikin. Welatparêzên Kurd ên di organîzekirina kursê de xwdî ked in Melsa Acar û Burhanettîn Uci ve bang li malbatan kirin: “Em hêvî dikin ji gelê xwe, di vî warî de hestiyar bin û bi mere bikevin têkilayî û her wiha zarokê xwe bisînin kursa ku tê dayin.”
LUDWIGSBURG