DÎLAN KARACADAĞ 19ʼê Sibatê li bajarê Hanau, yê Elmanyayê 9 ciwan ji aliyê nijadperestekî Elman ve hatibûn kuştin. 9 ciwan li cihê bûyerê hatin bibîranîn. Ji bo dadê, malbatan komeleyek ava kir. Malbatan ji bo piştgiriyê jî bang kir û got: “Bila zarokên me neyên jibîrkirin.” Du meh di ser kuştina ciwanan re derbas bûn. Ciwan li cihê bûyerê û li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Ji bo ciwan neyên jibîrkirin û edalet tecelî bike, malbatan tevî endamên Meclîsa Biyaniyan (Ausländerbeirat) komeleyek saz kir. Komele di heman demê de dixwaze alîkariya malbatên li pey qurbaniyan mane bike û piştgiriya wan bike. Komeleya bi navê Înstîtuya Wêrekiya Civakî û Xweşbîniyê – 19ʼê Sibatê ya Hanau (Institut für Toleranz und Zivilcourage – 19. Februar Hanau e.V.), li ser malpera xwe ya înternetê da xuyakirin ku xebatkarên Meclîsa Biyaniyan wê li cem malbatên kesên wan di komkujiya Hanau de hatine kuştin, cih bigire û piştgiriya bi wan re ji bo xwe weke erk û wezîfe dibîne. Ji bo armanca malbatan jî weha tê gotin, “Em dixwazin qurbanî neyên jibîrkirin. Girîng e ku em kuştin û êrişên nijadperestan ên berê ji bîr nekin û dersan jê bigirin xebat pêwîst in.” Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Me di hevdîtinên bi malbatan re dît ku malbat li dijî Elmanyayê xwedî nefret nînin. Vê derê weke welatê xwe dibînin. Civakeke bihevre û bê nefret, nijadperestiyê dixwazin. Aştî û hevgirtinê dixwazin. Girîng e ku tevî her tiştî dixwazin li dijî nefretê em bi hev re bin. Bi vê komeleyê em dixwazin hev xurt bikin, bi hev re bigirîn û ji bo êrişên bi vî rengî nebin, bi hev re têbikoşin.”