“Diwê gelê Başurê Kurdistanê ji bo pekanîna maddeya 140'an bi yek helwest û yek reng xwe nîşan bide. Ger ku wisa be em dê zûtîrin bigihijin mafên xwe."
Niqaşên derbarê maddeya 140'an berdewam dikin. Der heqê mijarê de YPK'ê li Hola Ebûşehab bi slogana “Madeya 140'an li ku derê û ber bi kuve?” semînerek li dar xist. Endamên YPK, rojnamewan, kesayêten navdar û hûqûqnas tevlî semînerê bûn. Semîner ji aliyê mela Elî Tufîk ve hate rêvebirin. Di derbarê madeya 140 de di semînerê de ewil Wezirê Perwerdehiya Herêma Federal a Kurdistan Nasîh Gaffur Ramazan axivî û wiha got: “Hêviya min ew e ku gelê Başurê Kurdistanê yek helwest û yek reng be. Heke em bibin yekê em dê pêkanînên madeya 140'an de bi awayekî zurtîrîn bigihijin mafên xwe. Divê ji bo gel mafên xwe bi dest bigirin vîna xwe diyar bikin û çarenusa xwe aşkera bikin."

Rostayî: Madeya 140'an hiqûqi ye
Endamê YP'ê Zana Rostayî ji diyar kir ku madeya 140'an tiştek hiqûqiye û da ku çend bajar û navçe bikevin li ser Herêma Federal a Kurdistan û wiha got: “Madeya 140 rêya çareseriyê ye di navbera Herêma Kurdistane û Bexdayê de hêsantir dike. Made 7 sal berê hate çêkirin û divê ba biryarê vê madeyê ketiban jiyanê lê mixabin hêj tu tişt pêk nehatin e. Ji ber vê yekê jî me pêdivî bi semînerekî wisa dît û ji ber wê yekê me ev semîner pêk anî. Divê li ser vê madeyê hin zêde baldarî hebe û kesên berpirsiyar jî li borî ve yekê cîdî nêzî madeyê bibin. Hinek Îraqî ji bo made bikeve jiyanê dibin asteng. Lê made tenê ji bi Kurdistanê na ji bi hemû Iraqê ye. 

HEWLÊR