Li ser navê saziyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li endaman hate kirin ku ji bo di pêvajoya pêş de xabat werin xurtkirin têkiliyeke têkuz pêwist e. Saziyê hejmara telefonê û navnîşana mailê weşand û ji endamên saziyê û malbatê şehîd û wendayan xwest ku bi danîna têkiliyên xurt re beşdarî meşandina kar û barê saziyê bibin.
Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîd û Wundayan a têkildarî xabatên tên meşandin û pêjoja pêş de wiha ye: " Malbatên dilovan, kezebşewêt û birûmet,
Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Şehîd û Windayan hate damezrandin.
Sala piştre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêş xistin û çespandin. Di van herdû salên buhurî de xebatên hatin programkirin bi temamî nehatibin cîh jî belê rêveberiyên di van herdû konferansan de hatin hilbijartin bi hinek kar rabûn, ku mirov dikare li serê wan amadekirina destûr û rêbazê saziyê, hewla fermîkirina saziyê, qeydkirina li Noterê, pêdekirina cîh û Hwd. binav bike.
Di vê dema li pey me de ma, em bi nisbeta tê xwestin ji serlêdan û pirsên ji aliyê xizim û merevên malbat û windayan hatin re nebûn bersiv.
Li hinek welatan di serî de wek Siwîsre, Siwêd û Holenda xebat çêbûn. Bi taybetî Siwîsre û Siwêd konferansên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe hilijartin, xebatên wan dewam dikin.
Li aliyê din, ji bo girtina arşîvekê hewil çêbûn, niha di vê arşîvê de li ser asta Ewropa û di dereceya yekem de li ser asta Almanya hejmarek nav û navnîşan, telefonên malbatan, hejmarek kesên malbat li rewşa wan dipirsin, rewşa wan meraq dikin, dixwazin bizanibin kom bûye.
Ji bo xebat birêkûpêktir birêve biçe, têkiliya di nav saziyê û malbatên Şehîd û Windayan de tekûztir û biserûbertir bê cîh em li jêr telefon û emaila saziyê ji raya giştî re radighînin:

E-maila saziyê: sehid_rumetemene@hotmail.com
Telefon: 0049 176 34 91 29 22


 KOLN