Hevserokê Şaxê MEYA-DER ê Mêrdînê Şerîf Çelîk, ku kar û barên cenazeyên YPS’yiyan ên li Nisêbînê dişopîne, bang li malbatên YPS’yiyan kir, ku serlêdanê bikin.

Çelîk li ser endamên YPS’ê yên li Goristanên Bêkesan hatine veşartin ev agahî da: “Piştî ku qedexe hat rakirin, bi meha Tîrmehê re 60 cenazeyên ji Nisêbînê hatin rakirin, anîn navenda Mêrdînê. 21 ji van cenazeyan li Mêrdînê, 27 li Rihayê, 6 li Amedê û 4 jî li Stenbolê di goristanên bêkesan de hatin veşartin. 2 cenaze jî hê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ne.”

Çelîk anî ziman, dosyayên li ser hemû cenazeyên endamên YPS’ê yên li goristanên bêkesan hatine veşartin ji Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê re hatine şandin û got, ji bo girtina encamên testa DNA’yê lazim e malbat bi daxwaznameyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê bidin.

Çelîk da zanîn, ev 7 meh in cenaze bi rengekî ku li nirxên gelê Kurd û mirovahiyê nayên hatine veşartin û got, “Cenazeyên me rûmeta me ne. Divê malbat demek ji ya din zûtir cenazeyan rakin û bi rengekî li rûmeta me tê, bi merasîman veşêrin.”


SEDAT SÛR / ANF / MÊRDÎN