SZK’ê di çarçoveya berfireh kirina xebatên zimanê Kurdî de, li gundê Êlecax ê girêdayî Kobanê ji bo amadekirina  mamosteyan Dibistana Şehîd Eşref  bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de  sedan kes ji gundê Êlecax , gundên derdorê û hin mêvanên Ereb amadebûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan destpêkir û piştre axaftin hatin kirin.

Gerînendeyê Dibistana Şehîd Eşref Aras Heso axifî. Heso, di xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û pêwîstiya fêrbûna Kurdî. Heso, rewşa zimanê Kurdî ya ji aliyê rejîmên desthilatdar û qedexekirina zimanê Kurdî ya bi salan jî anî ziman.
Piştre Endamê SZK‘ê Mistefa Osman axifî. Osman, di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo Dibistana Şehîd Eşref  karibe peywirê xwe pêk bîne, pêwîste hemû pêkhateyên herêmê xwedî lê derkeve û ji bo pêşketina ziman tevbigerin.  Piştî endamê SZK’ê Xwîşka  Eşref  ku navê wî li dibistanê kir axifî û got: "Bi keda şehîdan  îro Kurd bi serbestî zimanê xwe diaxifin,  lewre pêwîste gelê Kurd li ser riya şehîdan heta dawî bimeşe."  
Endama Yekîtiya Star Nûjîn Nebo jî bang li hemû jinan kir ku tevlî xebatên  zimanê Kurdî bibin, xwe fêrî ziman bikin. Endamê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Dabo jî ji bo vekirina dibistanên zimanê Kurdî spasiya SZK‘ê kir û ji welatiyan xwest ku ji bo zimanê Kurdî hemû hêza xwe bikin yek. 

KOBANÊ