Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê - Kobanê hemû mamosteyên dibistanên herêmê ku hijmara wan dighêje hezar û 100 mamosteyî bi şahiyekê ku li Navenda Çand û Hunera Demokratîk îro li darxistin, xelat kirin.Di şahiyê de Serokê Desteya Rêveber a Herêmê Enwer Muslim, Herdu Cîgirên wî Bêrîvan Hesen û Xalid Berkel û Şêwermendê wî Nûrî Mehmûd, Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê Hisên Mihemed Elî, Rêveberê Konseya perwerdehiyê Xazî Hemo, Serokê Desteya Çand û Hunerê Ebdullrezaq Mihemed, Serokê Desteya Enerjiyê Mehmûd Ebdî, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo beşdar bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê Hisên Mihemed Elî li ser rola ku mamoste di avakirina nifşên nû de dilîzin axivî û hemû mamosteyên herêmê spas kirin û wiha axivî: “Di saleke fêrkirin û hînkirinê de hemû mamosteyên herêmê cedareta xwe îsbat kirin û rêjeya hezkirin û baweriya xwe bi kar û xebatên xwe re nîşan dan.”
KOBANÊ