Kampa Govendê li Başûrê Elmanyayê bi beşdariya 70 govengeran pêk hat. Kamp diyarî hunermend û milîtanê azadiyê, Mazdek Ararat hate kirin.
TEV-ÇAND her sal Kampa Govendê li dar dixe. Îsal jî di navbera 21-29’ê Kanûna 2019’an de li Başûrê Elmanyayê kamp hate danîn. Li kampê govendên Semsûr, Qoçgirî, Botan û Amedê hatin gerandin. Di kampê de dersên rîtm, cil û bergên neteweyî jî hatin dayîn.
Govendgerên mezûn bûyî jî dersên govenda Bedlîs, Xinis û Wêranşarê dîtin. Her roj li ser dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, şerê taybet, heqîqet û azadiyê jî semîner hatin dayîn. Di dersa dawî de rewşa dawî a Rêberê Apo hate nîqaşkirin.
Ciwanan hunermend Mazdek Ararat (Omer Bagci) jî bi bîr anî. Mazdek Ararat di 13’ê Îlona 2019’an de li Rojavayê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de rehmet kiribû. Di vê çalakiyê de qala jiyan, têkoşîn û hunermendiya Ararat hate kirin.
Di roja dawî ya kampê de serdema 2019’an hate nirxandin û plansazî hatin kirin.
Çalakiya moralê jî êvarî hate kirin. Polên sêyemîn û çaremîn skêçeke 30 deqîqeyî amade kir. Piştre ciwanan stran gotin û govend gerandin. Di dawiya şevê de sertîfîkayên ciwanan hatin dayin.
NAVENDA NÛÇEYAN