Hêzên YPG’ê di 6’ê Gulanê de li ser banga welatiyên gundên rojavayê Kantona Cizîrê operasyona “Şehîd Robar Qamişlo” li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir. Di encamê de gundên rojavayê Kantonê û Çiyayê Ebdullezîz (Çiyayê Kizwanan) bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Di vê çarçoveyê de nûçegihana ANHA’yê nêrînên şêniyên van gundan derbarê operasyonê de girtin. Gundiyan şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi pêkanîna misyona xwe û paqijkirina gundên wan ji çeteyên DAIŞ’ê silav kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.


’Bi saya şervanan em azad bûn’

Welatiyê bi navê Mihemed Elî ji şêniyên gundê El-Xorî yê Çiyayê Evdilezîz e, bi coş kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina gundê xwe anî ziman û wiha got: “Ev nêzî 2 salan e çeteyên DAIŞ’ê li ser sînga me rûniştine. Me nikaribû bê destûra çeteyan tiştekî bikin. Tevî vê yekê di bin navê ola Îslamê de tevdigeriyan û bi kiryarên xwe yên qirêj ola Îslamê reş dikirin. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê em ji vê rewşa dijwar rizgar kirin. Bi saya berxwedana şervanan em azad bûn. Ez hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê silav dikim.”

Elî di axaftina xwe de derbarê rewşa çandiniyê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de wiha destnîşan kir: “Dema me hilberîna xwe ji zeviyên xwe werdigirt, çeteyan nedihiştin em hilberîna xwe bibin bajarê Hesekê û digotin ew bajarê gawiran e. Me tenê li bajarê Reqqayê difirot. Piştî ku me hilberîna xwe difirot, çeteyan di bin navê zekatê û xizmeta Mala Îslaman de xirac ji me distandin.”


’Em neçar diman qanûna wan pêk bînin’

Derbarê heman mijarê de welatiya bi navê Henûf El-Hesen a ji gundê El-Mestûra axivî û wiha got: “Piştî ku me gelek êş û azar ji destên çeteyan kişandin, em ji pîrhevoka DAIŞ’ê rizgar bûn. Em neçar man gelek qanûnên taybet bi wan pêk bînin. Bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku banga me bi cih anîn, em ji hovîtiya wan rizgar bûn. Ez ji berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê memnûn im.”

Welatiyê bi navê Elî Xidir Ubêd ê ji gundê El-Xabûriyê bi coş kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina gundê xwe anî ziman û wiha destnîşan kir: “Di dawiyê de em ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û kiryarên wan ên dûrî mirovahiyê rizgar bûn. Ev du sal in, zarokên me ji xwendinê bê par mane û dibistan qedexe kirin û gef li mamosteyan dixwarin.” Ubêd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serkeftina hêzên YPG’ê û rizgarkirina gundên me, ji bo me zayîneke nû ye.”


DİCLE YÛSİF/ANHA/TIL TEMIR