Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo tevlîbûna meşa 17´ê vê mehê yê li Berlînê ku ji bo qedexekirina li dijî sembolên YPG, YPJ û PYD wê pêk were, bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê, demokrat, çepgir Elman û dostên Kurdan kir.    

Rêxistina PYD ya Elmanya bi boneya meşa li Berlînê ku 17´ê vê mehê ku ji bo qedexekirina sembolên Kurdî were lidarxistin, daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya PYD Elmanya bi vî rengî ye: „Ji destpêka şoreşa Sûriye û heya niha Kurd hewil didin ku xwe ji komkujiyên destên rêjîma Baas û hêzên tundraw yên mîna DAIŞ û El-Nusra ku her tim êrîş dibirin ser pêkhateyên Rojava û Bakurê Suriye biparêzin. YPG û YPJ li dijî van hêzên tundraw pêkhatiyên Rojava û Bakurê Suriye mîna Asûrî, Suryanî, Elewî, Êzîdî û Kurd ji komkujiyan parastin û bûn hêza parastina pêkhatiyan li hemberî hêzên tundraw.“

Dewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku îro QSD ku YPG û  YPJ jî endamên wê ne li dijî paytexta terorê li Reqayê şer dike û bi sedhezaran sivîlan diparêze û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “ Ji dêvla were xelatkirin, her çiqas Elmanya û YPG û YPJ endamên Koalisyona navnetewîya li dijî DAIŞ in lê mixabin Elmanya sembolên van hêzan qedexe dike. Di hêla siyasî de jî PYD bi koaalisyona navnetewîya li dijî terorê re tevdigerê û bi partî û rêkxistinên Surîye re meclisa Suriya Demokratîk damezrandine û bûye navnîşana hemû hêzên demokratîk li hemberî terora DAIŞ´ê.“ 

Herî dawî rêxistina PYD ya Elmanya bang li hemû rêkxistinên demokratîk û raya giştî ya Elmanya kir ku piştgiriyê bidin meşa wan ya ji bo rakirina qedexeyên li hember sembolên YPG, YPJ û PYD´ê.

Çalakî demjimêr 12:00 û li Mathilde-Jakob-Platz (Rathaus Tiergarten) wê dest pê bike.


 BERLÎN