LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN


Huner û civak, huner û derdên civakê nabe ku ji hev qut bibin. Jixwe dema mirov berê xwe dide peydebûna karên destpêkê yên hunerî dibîne ku ew di nava civakê de û bi civakê re peyde bûne. Mitale û fikarên civakê û ferdên wê veguherîne xêz, deng, melodî û neqişîne li ser zinarên mekanê civakê û bîra civakî bi giştî. Ji ber wê jî felaketên xwezayî jî nabe ku nebên dîtin, hunermend êşa civakê hîs dikin û ji ber wê di rewşên wisa de bi hewarê ve tên, yan jî ji bo alîkariyê ya ji destê wan tê dikin.



Hunermenda Kurd Sena Dersimî beriya qederê bi salekê ji bo konsereke li Mainzê biryar dabû, hol girtibû û afîş û bilêtên wê çap kiribûn. Ev konser wê 9´ê Kanûnê li bajarê Elmanyayê Mainzê pêk bê. Sena Dersimî dibêje, hem ew, hem organîzatorê konserê û hem jî koma duyem a konserê ku komeke ji Îranê ye, biryar dane ku temamê dahata ji konserê ji mexdûrên erdheja li wilayeta Kirmanşanê zirareke mezin da xelkê Rojhilatê Kurdistanê.

Li ser pirsa, ka ev konser bi carekê û ji bo piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê hatiye lidarxistin yan na, Sena Dersimî dibêje; “Nexêr, ev konser ne nû hatiye plankirin. Di encamê de em ji salonê beriya bi salekê cih digirin. Ji ber vê yekê, erdhej dema bi carekê pêk hat, ev felaketeke xwezayî bû. Dema ev felaket qewimî, jixwe amadekariyê konserê hatibûn kirin. Hingê me biryar da, heger kar ji konserê bibe, bi wê yekê ku xelk gelekî bê lê guhdarî bike, hingê jî wê alîkariyeke baş bibe ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojhilatê Kurdistanê.”

Li ser pirsa ka gelo organîzatorên konserê jî destekê didin vê helwêsta wan û ew jî wê alîkariyê bikin bi mexdûrên erdhejê re, Sena Dersimî dibêje, “Frankfurter Hof mekanek e ku lê tenê konser û pêşandanên hunerî dibin. Bi min re komeke Îranî jî heye bi navê Grup Azad. Endamên wê hemû li Elmanyayê penaber in. Ji ber ku ew jî ji Îranê ne, organîzator jî hestyartir bûn beramberî vê biryarê. Ev komek e ku muzîka Farisî dike, û me berê bi hev re konser organîze nekirine.” 



Organîzator mesrefa ji bo kiriya salonê nastîne

Hunermenda Kurd Sena Dersimî bi bîr dixe ku konser organîzekirin, êdî zehmet dibe, ji bo ku barê wê siviktir bibe, êdî bi pirranî konser bi du koman tên organîzekirin, û di vê çarçoveyê de ew bi koma Azad re derdikeve ser dikê. Dersimî, îşaret pê dike ku muzîkjenên wê jî ji bajarên dûr tên û ji bilî heqdest û mesrefên muzîkjenên wê, dahata mayî hemû wê ji mexdûrên erdhejê re biçe. Dema me bi israr pirsî ka organîzator çawa destekê didin jî got, organîzator, ku xwediyê mekanê konserê ye jî wê kirê ji bo konserê nestîne û ev jî teqabûlî 3 hezar Euroyan dike. 


 Erê û nayên mekanî

Sena Dersimî dide zanîn ku ew solo xwe ji konseran re amade dike û koma muzîkjenan a ku refaqeta wê dike ji bo konseran ji bajarên dûr tê cihê konserê û refaqetî wê dike. Dersimî îşaret bi organîzatorê konsera xwe kir û got, avantaj û dezavantajê wê hene û wiha dewam kir: “Xelkê me yên ji nav civaka me wê kêm nas dikin ji ber ku Elman e. Ji ber wê jî kêm tên konserê. Dema ku Kurd organîzator bin hingê di warê hatina Kurdan a konserê de avantajên wê bêhtir in. Li aliyê din organîzasyona saziya Elman taybet ranabe biletan nafiroşe, lê hawîrdoreke wê heye ku wê dişopînin û xwe digihîne derdoreke cihê. Di warê muzîkê de ji bo avantaj e, ji ber ku hem deng, hem mekan û hem jî prestîj li cihekî pirr bedew e.”

Sena Dersimî îşaret bi wê yekê dike ku barê reklamê di nava civaka Kurd de dikeve ser milê wê, û ji ber ku niha temamê dahata konserê wê bibexşînin ji mexdûrên erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û dibêje, ez ê kêfxweş bibim heger saziyên çapemeniyê yên Kurd jî karibin banga wê bigihênin xelkê Kurd.


Projeya pêşangeha xişiran ji bo bexwedana Kobanê

Li ser pirsa ka fikra bexşandina dahata konserê ya kê bû, Sena Dersimî bi bîr dixe ku beriya niha di pêvajoya berxwedana Kobanê de ji bo destekkirina berxwedanê û jinûveavakirina Kobanê fikra wê vekirina pêşangeheke xişiran hebûye, lê ji ber sedemên teknîkî nekarînê vê bi ser bixin. Sena Dersimî ya ku di heman demê de sêwirînera xişiran e jî hîna dev ji vê projeya xwe bernedaye, ji ber ku jinûveavakirina Kobanê û Şoreşê hîna rojev e û dibêje, “Heger mekanekî guncaw peyde bibe, ez dixwazim vê projeyê bi ser bixim. Piştî vê konserê ez ê ji nû ve li projeya pêşangeha xişiran vegerim.” Bi her halî, wê behsa vê fikra xwe ji organîzatorê xwe yê konserê re jî berê kiribû. 

Ji ber organîzator bi meseleyê dizanî, dema ku erdhej çêdibe, ew pêşniyazî wê û koma Îranî dike ku bixwazin, ew ê karibin konserê li xêra mexdûran li dar bixin. Wê jî koma Îranî jî ev ji dil û can qebûl kiriye û organîzatorên ku xwediyê mekan in jî li kiriya mekan a ji bo konserê bihurî ne.


Banga tevlîbûnê

Hunermenda Kurd Sena Dersimî got, ji bo alîkariyeke baş karibin bikin, divê beşdariya li konserê jî baş be û ev bang kir, “Hem çapemeniya Kurd dikare di rewşên wisa de alîkar be, da ku beşdarî zêde bibe. Ji vê konserê tiştek wê negihêje şexsê min. Ez ya ji destê min tê dikim. Lê xwînerên we bên hem ji hunerê Kurdî hez bikin, hem jî wê destekê bidin mexdûrên Erdhejê. Niha zivistan e; divê her kes destê xwe dirêjî van mexdûran bike. Em wê rojê çayekê venexwin, qehweyekê venexwin, bên konserê wê bibe xêreke baş.”