Bi navberkariya Navenda Hêvî (Otîzim) alîkariya Însyatîfa Aşîtî û Hêvî ya Kurdistanê (Initiativie Für Frieden und Hoffnung in Kurdistan e.v) ji Elmanyayê, li malbatên hewce ên Mexmûrê hat belavkirin. Malbat û zarok jî hingê li Navenda Hêvî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) amade bûn.
Mamosteyê Navenda Hêviyê Salih Babat, malavahiya tevahî malbat û saziyên alîkar kir û got, “Armanca me ew e ku em malbatên parêzvan ji bo malbatên Mexmûr ên hewce bidin çêkirin.”
Hevseroka Însyatîvê Emîne Gozen jî got, ev projeya wan a alîkariyê wê ji bo malbatên hewce ên Mexmûrê bi rêbazên cuda bidome: “Heta niha me ji bo 50 zarokî malbatên parêzvan peyda kirine.”
ANF/MEXMÛR