Siyasetvana Partiya Çep (Die Linke), Fatma Demirkol di heman demê de seroka Komeleya Piştgiriya bi Gelan re ya Pir Sultan Abdal e. Di hilbijartinên sibe yên ji bo parlamena Hessenê, ew namzeta yekser a devera Wetterau ye. Edaleta civakî ji bo wê mijara sereke ye.

Di hilbijartinên sibe de 4 milyon û 400 hezar kes wê karibin dengê xwe bidin û ji van qederê ji sedî 20´î jî bi koka xwe koçber in. Di nava namzetan de jî ji ber vê nexasim di partiyên çepgir û sosyal demokrat de namzetên bi koka xwe koçber derdikevin pêş. Yek ji van jî namzeta Partiya Çep Fatma Demirkol e. Demirkol a ku ev 8 sal in endama partiya xwe ye, çend salek e ku çalaktir bûye. Dema ku em jê pirsa girraniya karê wê dikin, dibêje, "Ez hewl didim ku di perwerde û mijarên elaqedarî koçberan de rewşê baştir bikim. Ji bo min girîng e ku li eyaleta me ya dewlemend têkoşîn li dijî feqîriyî bê kirin. Hêsankirina ji bo koçberên bi îqame a welatîbûna Elman jî ji bo min li pêş e."

Di nava mijarên din de ku Demirkol li pêş digire, pêşîgirtina li îxracata sîlehan û zimanê orîjînê heye. Ji bo dersa zimanê orijînê (dersa Herkunftsprache), dibêje, "Divê qedrê vê dersê li dibistanan bê zêdekirin û di asta notên didin dersên zimanê biyanî de notên wê bên nirxandin. Pirr zimanî hem ji bo ferd û hem ji bo civakê dewlemendiyeke muezem e. Wekî din divê mirov karibe bi çanda jê tê bijî û wê çandê biparêze. Ji ber wê jî meseleya zimanê orijînê li dibistanan ji bo min girîng e."

 

FRIEDBERG