Li gorî baweriya Êzdayetiyê ji destpêka meha Tebaxê ve her hefteyê cejnek tê pîrozkirin. Di van cejnan de welatî diçin ser qubeyên Şêxan û duayan dikin. Gelê Êzîdî yê li herêma Şengalê jî her hefteyê diçin ser qubeyan û cejnê pîroz dikin. Lê ji ber ku qubeyên li aliyê başûrê Şengalê hîn di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de de û cihên pîroz hatine teqandin, li başûr pîrozbahî çênabin.

Cejnên li herêma Şengalê heta roja înê ya dawiya meha Îlonê didomin. Cejna herî dawî Cejna Şêbil Qasim (Cejna Mirazan) e. Ev cein di rojên pêncşem û înê yên dawiya meha Îlonê de tê pîrozkirin.

Gelê herêma Şengalê ji bo pîrozkirina cejnê berê xwe dan Qubeya Şêbil Qasim a li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê.


Piştî cejnê Heca Ezîdiyan 

Di ola Ezdayetiyê de piştî van cejnên ku ji Tebaxê heta dawiya Îlonê dom dikin, cejna herî mezin, ango Heca Êzîdiyan pêk tê. Ev cejin li Laleşa Nuranî ku li herêma Duhokê ye tê pîrozkirin. Heca Êzidiyan di navbera 6 û 7’ê Cotmehê de çêdibe. Ji her herêmeke ku Êzidî lê dijîn, gel tên Laleşê û pêdiviyên hecê bicîh tînin. 


 ANHA/ŞENGAL