
Parlamenterê Fraksyona Kurdistanê Dilêr Mahmut li ser komkujiya gundê Roboskî nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Ev komkujiya dewleta Tirk li ser gundiyê Roboskî pêk anî, ez bi tundî şermazar dikim. Bi rastî ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk li ser Kurdan komkujiyê n wiha pêk tîne. Her dem jî dibêje min nedizanî ew kesên medenî bûn. Lê hat eşkerekirin ku ew kesênku jiyana xwe ji dest dane hemû medenî ne. Mirovê me bi feqîr û hejar in jiyan dikin lê dewleta Tirk feqîriyê jî jêre zêde dibîne.”
‘Pêwistî bi lêkolîna NY’ê heye’
Mahmut di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser komiteya ku komkujiyê lêlolin dike û got: “Ji bo faîlê vê komkujiya dijî mirovahiyê bên cezakirin tenê komîteye çavderiya ji hêla Tirkiye ve bê avakirin bes nake, pêwîst e komîteyek lêkolînê di bin çavderiya Netewê Yekbûyî de bê avakirin. Di encama lêkolînê de pêwîst e yê ku mecal dayê vê komkujiyê bê cezakirin. Niha belku dewleta Tirk bêje wa me dizanî ev kesana gerîla ne lê ne gerîla ji ber vê yekê lêborîna xwe bixwaze lê ev pêwîst e ev lêborîn neyê qebûlkirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Mahmut da zanîn ku ew ê biçin Bakurê Kurdistanê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ,serdan bikin. Mahmut axaftina xwe wisa bi dawî anî: “Pêwîst e Netewê Yekbûyî û rêxistinê medenî daxwazê li dewleta Tirkiye bikin ku çareserkirina pirsgirêka netewekî bi kuştin, qetilkirin û komkujiya çareser nabe. Pêwîst e hêzê cîhanê ji bo Tirkiye pirsgirêka navxwe bi taybet jî pirsgirêka Kurd bi diyalgê çareser bike zextê bike. Wek her netewekî cîhanê Kurd jî dixwazin çaranüsa xwe bi xwe diyar bike. Em wek Parlementerê Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawî de ev komkujiya ku li ser gelê me pêk hatiye me şarmezarkir û ji bo sersaxiya malbatê kesên ku jiyana xwe ji dest daye jî em ê komek parlement biçin Bakûrê Kurdistanê.”
Banga boykotkirinê
Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê ji ber Komkujiya li navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat, konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê bê dersînorkirin û malên Tirkiyeyê bêne boykotkirin.
Li gorî nûçeya malpera Dengê Azad, Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê kuştina Kurdên sivîl ên li navçeya Qilabana Bakûrê Kurdistanê şermezar kir û xwest konsolosa Tirk a bê dersînorkirin. Di daxuyaniya ji aliyê komîsyonê ve hate dayîn de wiha hate gotin; “Divê li hemberî komkujiya li navçeya Qilabana Şirnexê helwesteke hevpar bê girtin, ev yek jî pêkanîna danekirinên li siyasî û aborî yên li ser hikûmeta Erdogan in.”
Ji endamên Komîsyonê Karwan Salih bal kişand ku divê ji ber vê komkujiya bi serê Kurdan hatî li hemberî hikûmeta Erdogan helwest bê girtin.
Hate diyarkirin ku Parlementerê Tevgera Gorran Hêmin Mamend jî diyar kir ku divê Parlemetoya Herêma Kurdistanê komîyosnekê saz bike û biçe Qilabana Şinrexê. Mamend got; “Mixabin Parlementoya Herêma Kurdistanê li hemberî komkujiyê helwestek xurt nîşan nedaye.”
Komeleya Îslamî ya Kurdistanê şermezar kir
Serokê Komleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û têde 35 kes jiyana xwe ji dest da şermezar kir û xwest kesên ku komkujî pêk anîne, bêne cezakirin.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr der barê komkujiya li Qilabanê de daxuyaniyek li ser malpera civakî Facebookê weşand û komkujiyê bi tundî şermezar kir.
Bapîr got; “Em bi her awayî kuştina 35 welatiyên Kurdên li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Herwiha em daxwaz dikin ku ji niha û pêde Hikûmeta Enqereyê ji bo dûbarenebûna bûyerên bi vî awayî baldar be.” Bapîr daxwaz ji hikûmeta Tirk kir ku berpirsên bûyerê bêne cezakirin.
SILÊMANÎ/HEWLÊR
Serokê Fraksyona kurd Tirkiyeyê şermezar kir
Serokê Fraksyona Parlementerên Kurd ên Îranê Îkbal Muhammedî komkujiya Roboskiyê ya ku di 28’ê kanûnê de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê rû da û di encamê de 35 jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û diyar kir ku rêveberiya Enqereyê gelê xwe bi xwe qetil dike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê ya Îranê, parlementer Muhammedî got; “Tirkiye li aliyekê di areneya navneteweyî de wisa xwe nîşan dide ku mafê gelên din diparêze, lê li welatê xwe êrişê gelê xwe yê bê parastin dike û wana qetil dike.”
Parlementer ji rêxistinên navneteweyî xwest ku der barê bûyerê de dest bi lêkolînê bikin û got; “Em ê weke parlementerên Kurd ên di Meclîsa Îranê de ji Enqereyê re name bişînin û ji wan bixwazin ku berpirs bêne cezakirin.”
Parlementer komkujiyê weke “cinayet”, “dijî mirovahiyê” bi nav kir û ji mablbatên “dilşewat ên Kurd” re sersaxî xwest.
TEHRAN