Lênûs jî qedexeye. Heta îro 4 pirtûkên wî derketiye. 6 pirtûkên wî jî di asta weşanê de ne û di vê rewşê de jî dê neyên nivîsîn. Her wiha Ozbîl dê ji mafên wekê ziyaretvan, rojname, televîzyon, radyo û telefonê jî mahrum ma.

Ozbîl ku ji doza MLKP’ê cezayê muebetê girtiye, ji dozeke din ya ku tê darizandin de, ligel biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nûve darizandinê jî, rastî cezayê muebetê hat. Biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ku 30 sal ceza li Ozbîl birî, dadgehê salek û nîv jî cezayê hucreya yek kesî lê birî.
Kite kitên  tecrîda giran ku heta niha li tu girtiyekê muebetê nehatiye birîn, diyar bû.
Li gorî vê Ozbîl dê salek û nîvê rojê saetekê derkeve hewadankê. Rojname, tv, name û hevdîtin ji bo wî nîne. Her wiha ligel van şert û mercêngiran Ozbîl dikare 3 pirtûkan ligel xwe bihêle, her wiha dê bi kaxiz jî bi hejmaran bê dayîn. Lênûsk jî qedexeye.
Ozbîl bi nameyekê pêkanînên li ser wî pêk tên ragîhand û diyar kir ku mafê wî yê herî  rewa, bihêlen name nivîsandinê tu mafê entelektuel û hilberîna wêjeyê bo wî nehiştine.
Ozbîl got tu rewabûna vê biryarê nîne û got: “Ez ji şert û mercên giran ne gazincim. Lê  tu rewabûna xespkirina mafê weşand- fikr û ramanê nîne. Ez hemû keskên ku dengê xwe didin dengê min slav dikim.
4 pirtûkên Ozbîl yên bi navê ‘Soluk Soluga, Xwîn ranaweste, Harman û Avên Binerdê’ hene. 6 pirtûkên wî jî di asta weşandinê de ne.
Her wiha Ozbîl ji ber rojiya mirinê bi nexweşiya wernîcke-korsakoff jî ketiye.



RUKEN ADALI / ANF/STENBOL